Xelk bêzar bûye daxwaza derxistina çeteyan dikin

kurdistani 10:04 AM - 2019-05-25
Xelk bêzar bûye daxwaza derxistina çeteyan dikin

Xelk bêzar bûye daxwaza derxistina çeteyan dikin

Ji dema dagîrkirina Herêma Efrînê ciwan û rewşenbîr û hemû xelkên Efrînê ji tevahiya dunyayê daxwaza derxistina komên çete ji nav Efrînê û rawestandina kiryarên wan bi derheqê xelkên Efrînî dikin.

Rojane bi sad hezaran kesên Efrînê ên ku li dervayî Efrîn û li nav Efrînê jê daxwaza derxistina çeteyan ji nav warên wan dikin,ji ber ku kiryarên wan û destdirêjî û binpêkirina maf ber bi zêdebûnê ve diçe ji ber ku Cîhan li hember dizîn û revandin û eşkecankirina sivîlan û kuştinê bê deng maye,Ji destpêkê ve û heta niha komên çete bi biştivaniya artêşa Tirk kuştin û talankirina Efrîniyan milkên wan ji dar û zevî û daristan û genim û mêw ....didomîne.

Sivîl û Rewşenbîr û jin û zarokên Herêma Efrînê ji Rêxistinên Navneteweyî yên Mafên Mirovan daxwaz dikin ku girûpên çete ji Efrînê derxin ûda ku milet vegere mal û warên xwe û bi aramî bijîn.

PUKmedia- Nazliye Remedan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket