Hevpeymanek di navbera du partiyên Rojavayê de

kurdistani 04:06 PM - 2019-05-23
Mehyedîn Şêx Alî û A. Hemîd Derwîş

Mehyedîn Şêx Alî û A. Hemîd Derwîş

Hevpeymaniyek di navbera du partiyên dêrîn ên Rojavayê Kurdistanê hat wajo kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê, hevpeymaniyeke du alî di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriye û Partiya Demokrata Pêşverû yê Kurd li Sûriye hat morkirin û wajo li ser hat kirin.

Di civînekê de ku hejmarek ji rewşenbîrên kurd ên Rojavayê Kurdistanê tê de amadebibûn, xalên girîng ên hevpeymaniya ku di navbera her du aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de hatiye mor kirin û wajo kirin bi awayekî babetî û zelal hatiye şirove kirin û li ser xalên here girîng ku di xizmeta yekrêziya gelê kurd de ye hatiye li ber çavgirtin.

Her weha li gorî jêdereke agahdar ji wê civînê ku ji PUKmedia`yê re ragihandinye ku peymannameya ku di nabera her du partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de hatiye mor kirin, ji aliyê sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdis Mehyedîn Şêx Alî ve hate xwendin û pişt re jî bi awayekî berfereh ji aliyê rewşenbîran ve hatiye şirove kirin.

Piştre jî gotûbêj bi awayekî demokrasiyane hatiye kirin û pirsyarên rewşenbîran di wê barê de hatine araste kirin û ji aliyê sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû yê Kurd li Sûriye Abulhemîd Derwîş  û sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriye Meyedîn Şêx Alî ve hat dayîn.

Civîn bi serkevtî ji aliyê rewşenbîran ve hatiye nirxandin û hemûyan hêviya yekrêziya tevahiya part û aliyên siyasî ên kurd li Rojavayê Kurdistanê kirin û serkevtin û serfiraziyê xwestin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket