Serokkomar; Aloziya Êran û Amerîkayê di xizmeta DAIŞê de ye

kurdistani 06:16 PM - 2019-05-22
.

.

Serokkomar Dr. Berhem Aloziya Êran û Amerîkayê di xizmeta DAIŞê de ye

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih nîgeraniya xwe ji bo ew aloziya ku di navbera Êran û Amerîkayê de peydabû ye bi zelalî anî ser ziamn û dazanîn ku ew alozî di xizmeta terorîstên DAIŞê de ye.

Di hevdîtineke xwe ya bi kenala CBS ya Amerîkî re, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih aşkire kir ku ew ji bo aloziya ku di navbera Amerîk û Êranê de peydabû ye, gelek nîgeranin, Her weha ev aloziyên ku peydabûne, ji bo Êraq û cîranan jî cihê nîgeraniyê ye.

Dr. Berhem Salih di axivtinên xwe ya bi kenala CBSê re dazanîn ku Êraq daxwaz dike ku herdu alî hêmin bibin û ber bi aramî û aştiyê ve biçin, ji ber ku Êraq ji bo milmilaniyên Amerîk û Êranê ne cihê şerê wan e.

Serokkomar hişyarî da her du aliyan ku ew alozî berfereh bibe, wê tenê DAIŞ sûdmend be  û pêwîste ku di serî de em hemû li ser rewşa ewlekarî û şerê li dijî terorê rawestin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket