Xelkê Xaneqînê daxwaza vegera Pêşmergeyan dikin

kurdistani 12:56 PM - 2019-05-20
Xelkê Xaneqînê daxwaza vegera Pêşmergeyan dikin

Xelkê Xaneqînê daxwaza vegera Pêşmergeyan dikin

Xelkê Xaneqînê îro di nameyekê de bo Hikûmeta Êraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza vegera Pêşmerge ji navçeyên xwe re dikin.

Di nameyê de hatiye: “Bi navê xelkê Xaneqînê, gund û navçeyên ser bi wê, daxwaza rizgarkirina rewşa navxweyî ya têkçûyî ya bajarê xwe dikin.”
Herwiha tê de hatiye: “Em wek xelkê Xaneqînê bi hemû pêkhat û netewan ji sala 2003an û 16ê Cotmeha 2017an rewşa me baş bû, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve me aramiya me winda bûye, lê we agahdar dikin ku rewşa ewlehiya bajêr xirap û piştguhkirî ye.”

Herwiha xelkê Xaneqînê dibêje: “Her sibehê bi teqîn û kuştina mirovên bêtawan şiyar dibin, ku hejmara şehîd û birîndarên me gihîştiye 76 kesan. Xelkê gundan jî piştî ku DAIŞê gefa kuştin û şewitandina dexl û daneyên wan li wan dixwe, ji navçê derdikevin û vala dikin.”

Xelkê Xaneqînê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve daxwaz dikin, ewlehî û aramî vegere bajêr û hêzên Pêşmerge û Asayiş wek hêzên Iraqî vegerin navçê û kar ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên mayî bikin û peyama ewlehî û aramiyê bidin xelkê Xaneqînê.

Di dawiyê de xelkê Xaneqînê dibêje: “Berî ku rewşa xiraptir bibe, Xanqînê rizgar bikin û rê nedin bibe pariyeke asan ji teroristên DAIŞê re.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket