Salvegera koça dawî yê kak Newşîrwan Mistefa

kurdistani 06:00 PM - 2019-05-19
 Newşîrwan Mistefa

Newşîrwan Mistefa

Îro duyemîn salvegera koça dawî yê kak Newşîrwan Mistefa ye.

Di rojeke wek îro de, 19 Gulanê ramyarvanê dêrîn ê gelê kurd Newşîrwan Mistefa Emîn koça dawî kir û hejmareke mezin ji kurdên Başûrê Kurdistanê li dû xwe sêwî hişt.
Salvegera nemir Newşîrwan Mistefa li deverên Silêmanî û derora wê re dibêjin bavê hejaran xebatkar kak Newşîrwan Mistefa bi yekcarî ji vê dunê bar kir.

Di wê barê de, em peyama Tevgera Goranê bi bîrtînin ku dema ragihandina nûçeya koça dawî yê kak Newşîrwan bi fermî wiha bû, peyvdarê Tevgera Goran Şoreş Hacî ragihand ew bi boneya koça dawî ya Rêxerê giştî Tevgera Goranê, serxweşî li tevahiya gelê kurd û Kurdistanê dikin.
Di daxuyaniyeke xwe de, Hacî di barê koça dawî ya Rêxerê Giştî Tevgera Goranê Neşîrwan Mistefa Emîn de got; Piştî milmilaniyeke dûr û dirêj ligel nexweşiyê ,
 Ji ber wê yekê jî em serxsweşiyê li tevahiya gelê kurd û Kurdistanê dikin û em dubat dikin ku emê li ser rêbaza Neşîrwan Mistefa Emîn berdewam bin..îro roja Înê demjimêr 8`ê sibê 19-5-2017`an koça dawî kir û wê roja şemiyê li girê Tevgera Goranê bi axê bê spartin.


Birûskeya Politburoya YNK`ê bo koça dawî rêzdar Newşîrwan Mistefa beriya du salan bi vê rengî hatibû weaşndin.

Gelê Azadîxwazê Kurdistan!
Hevalên Yekîtî!
Mixabin û bi êşeke pir, îro demjimêr 8 `ê sibê 19-5-2017`an, piştî temeneke dûr û dirêj li tekoşîn û xebat ku ji salên pênciyan ve, rêxerê giştî yê Tevgera Goranê rêzdar Newşîrwan Mistefa ji ber nexweşiyê ve oxirî li jiyanê kir û koça dawî kir.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku di xemeke kûr de ye, di van rojên xembar de, bi navê Encûmena Serkirdseyetî û Politburo û tevahiya sazî û organan û pêşmergeyên Yekîtiya Nîştiman ya Kuridstanê, me koça dawî ya rêzdar Newşîrwan Mistefa zanî, ji ber wê yekê jî, em hevxemê zarok û malbat û heval û hopgirên aî ne, di heman demê de jî, ji bo tevahiya endamên YNK`ê û hêzên pêşmerge û malbatên şehîdan û tevahiya gelê me xembariyê xwe derdibirin.

Em dubat dikin ku YNK`ê û gelê me di vê helûmercê de, peçkoya koça dawî yê rêxerê Tevgera Goraê ji bo dunyayê nemirî birêdikin, aşkireye ku YNK`ê û Tevgera Goranê yek sale rêkeftinek morkirine ku siyasî ye û du qolî ye, lê mixabin hîn deng û nêrînên nîştimanî yên aliyên siyasî komnebûne ku hji aliyê YNK`ê ve dest pê kiribû, neghîştiye encamê, di serencam de, parleman jî nehatiye bi kara kirin û em wek YNK`ê li vir radighînin ;

-Çareseriya kêşeyan ên li nava aliyên siyasî, ji bo hemûm egerên siyasî bi girîng dizanin.

-Bi karakirina parlemanê, erkeke nîştimanî û yasayî ye, lê siyasî û çarenûsazî ye jî.
-Rêkevtina YNK-Goran, xebat û nexşeya tekoşîna YNK`ê ye û bi cîkirina wê, girîngiya dîrokê ye û emê ji bo wê tekoşîn bikin.

Di dawiyê de, em dibêjin; Serbarî cudabûnên di navbera me de,, bi me başe ku çareseriya dawî ya di navbera YNK`ê û Goran de her wek çiqas car me gotiye ku yekgirtina herdu aliyan, ji bo gelê me wek mizgîniya her xweş yê gelê me ye û ji bo canê kak Newşîrwan jî wek hevalekî dêrînî serok Mam Celal û tekoşerekî damezrênerê YNK`ê ku xwediyê roleke dîrokî bû di şoreşa gelê kurd ya nûh de, her weh bi rêkevtina herdu aliayn, şadî û hestên hevxemiya serok Mam Celal jî dilgeştir dibe, bêgûman endam û cemewerê herdu aliyan saz dibin ji bo birêvebirina erkên mayî ên demokrasî û kurdeyetî û di pêş de, erkên refrandoom  û li encamê de jî, serbixweyiya Kurdistanê ye .
Giyana keke Newa şad be û temen dirêjî ji bo zarokên nemir be, em armancên xwe bi yekrêziya hêzên xwe û rêkevtina di navbera xwe de pêktînin.

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan

Hêjayî gotinê ye ku Newşîrwan Mistefa di sala 1944`an de, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê û di  Sala 19 gulan 2017, li bajarê Silêmanî koça dawîkiriye.

Her weha Newşîrwan Mistefa yek ji damezrênerê swereke yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK'ê bû, û heya sala 2006'an, endamê polîtburoyê û cîgirê sekreterê YNK'ê Mam Celal bû. Di sala di 2009ê de bi hindek hevalên xwe Tevgera Goran ava kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket