Silêmanî; Salvegera koça dawî yê Adil Murad birêve çû

kurdistani 12:10 PM - 2019-05-18
merasîma Adil Murad birêve çû

merasîma Adil Murad birêve çû

Li bajarê Silêmaniyê Salvegera yekemîn ê koça dawî serkirdeyê mezin Adil Murad birêve çû.

Encûmena Navend a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di roja pêncşemê 16-5-2019`an de, bi boneya salevegra koça dawî yê nemir serkirde û endamê damezrênerê YNKê Adil Murad semînareke taybet ji bo vejandina salvegera nemir ê yekemîn li bajarê Silêmaniyê li dar xist.

Her weha merasîm di roja 16-5-2019`an de, li bajarê Silêmaniyê paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê, di hola Rewşenbîrî (Çandê) ya taxa Rî`a`ye yê, bi beşdarbûna berpirsên hikûmî, hizbî û dost û alîgir û endamên malbata nemir Murad birêve birêve çû.

Her weha di wê merasîmê de, derbarê kesayetiya nemir adil murad de gotar hatin pêşkêş kirin û rola wî di parastina rastiya doza gelê kurd û kurdisdtanê di her çar aliyên kurdistanê de şirove kirin û bilind nirxandin.

Wek tê zanîn ku kesayetiya nemir Adil Murad bi taybetmendiyên xwe yên netewî û nîştîmanperwerî dikarî xizmeta hemû tevgerên Kurdî bike û piştgirî dayîna têkoşîna gelê Kurdistanê li parçeyên din yên Kurdistanê dikir. Bi helwestên xwe yên netewî yên der barê Rojava û Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de, xwe kiribû wek pirek di navbera Başûr û parçeyên din yên Kurdistanê de.

*Pirtûka Adil Murad di merasîmê de hat belavkirin

Pirtûka Adil Murad tê belavkirin ku ji aliyê nivîskar Mihemd Şêx Osman ve ahtiye nivîsandin.

Biryare ku pirtûka derbarê kesayetiya xebatkarê dêrîn ê kurd endamê damezrênerê YNKê û pêşmerge û siyasetvanlê naskirî ê kurd û hevalê dêrîn ê rewanşad Mam Celal heval Adil Murad de wê sibê bê weşandin.

Ew pirtûk ku ji aliyê nivîskar Mihemed Şêx Osman ve hatiye nivîsandin û wê di merasîma yekemîn salvegera koça dawî yê nemir Adil Murad de were dabeşkirin.

Her weha biryare ku sibê roja pêncşemê 16-5-2019`an, pirtûka Adil Murad pêşmegê pir bilind û bi lîmet wê di hola Rewşenbîrî li bajarê Silêmaniyê bê dabeşkirin.

Her weha di pêşgotina wê pirtûkê de, nivîskar Mihemd Şêx Osman ku sernûserê Ensatê navendî ye wiha nivîsiye; "Heval Adil Murad ji nîşkeva barkir û xatirê xwe ji me nexwest û em hembêz nekirin wek caran û em pir êşandin bi vê barkirina bê xatirxwestin. Her dem bi me re amadebû, di rewşên xweş û nexweş de, lê mixabin em bi koça wî ya dawî pir dilgiran û nerihet bûn ku em ne li derdora wî bûn wek ku her dem em bi wî re bûn."

*Jidayîkbûn...

Nemir Adil Murad di 11/12/1949`an de li bajarê Xaneqînê ji dayîk bûye û di salên 60`yan de tevlî Yekîtî bûye ango yeke ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi Mam Celal re bû ye û piştre bû bi sekreterê Encûmena Navend yê YNKê û li gel Mam Celal ê nemir li ser çiyayên Kurdistanê têkoşer û pêşmerge bû.

*Koça dawî...

Di roja înê 18-5-2018`an, li nexweşxaneyeke bajarê Kolin a Almanya yê, ji ber nexweşiya dil koça dawî kiribû. Di roja 24-5-2018`an, termê serkirsdeyê mezinê kurd heval Adil Murad endamê damezrênerê YNKê û yeke ji mezintirîn hevkarên parçeyên din ên Kurdistanê kilîkeke beriya niha gişîte firokexaneya navneteweyî Silêmanî û li goristana girê Selîm Begê birin bi axê spartin.

Merasîma bi axspartin û spasiyasnameya YNKê

Di roja pêncşemê, 24-5-2018`an li bajarê Silêmaniyê piştî merasîma pêşwazîkirina li terma pîroz ê heval Adil Murad sekreterê encûmena navend ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li firokexaneya navneteweyî Silêmanî, ber bi mala nemir birêkeftin û piştî danîna termê nemir li hewşa mala wî û xwendina fatîheye, ber bi goristana girê Selîm Beg birin û li wir bi axê spartin.

Di wê barê de, berpirsê mekteba ragihandina YNKê kak Qadir Ezîz  ragihand; Em bi navê mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi navê politburoya YNKêû bi navê encûmena navend û bi navê tevahiya malbata heval Adil Murad spasiya hemû alî û kesan dikin ku pêşwazî li termê nemir kirin û heya ku bi axê hat spartin erkên xwe bi cih kirin.

*Behê...

Li bajarê Silêmaniyê behî û serxweşiya Adil Murad dest pêkir.

Di Roja înê 25-5-2018`an, behî û pirsa serxweşiyê li mizgefta Ehmedî Hacî Elî ya li Silêmaniyê, ji bo mêran û jinan jî birêve çû bû û êvarê jî di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi dawî hatibû.

Wek pêştir jî daxuyaniya peyvdarê Encûmena Navend ya YNKê Letîf Nroyî ji PUKmedia`yê re ku dabû zanîn ku wê êro roja înê 25-5-2018`an, behî û pirsa serxweşiyê li mizgefta Ehmedî Hacî Elî ji bo mêran û jinan jî birêve diçe û êvarê jî di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê berdewam dibe.

*Peyama YNKê ya ragihandina koçkirina Adil Murad..

Politburoya YNKê; Koça dawî ya Adil Murad ziyaneke mezin ji gelê kurd re ye

Politburoya YNKê ragihand ku koça dawî ya serkirde û tekoşer Adil Murad ziyaneke mezin ji gelê kurd re ye.

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi fermî derbarê koça dawî ya serkirde û sekreterê Encûmena Navend ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad de, behî û serxweşî dabû ragihandin.

Di peyama xwe ya derbarê koça dawî ya  sekreterê Encûmena Navendî ya YNKê Adil Murad de, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê xemgînî û mixabin û xembariya xwe ya bê sînor nîşan dabû.

Her weha di dirêjahiya peyama xwe de, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê dazanîn ku sekreterê Encûmwena Navend ya YNKê heval Adil Murad, di demjimêr 10:15 xulekan berbanga roja înê li nexweşxaneyeke Almanyayê de, ji ber nexweşiya dil koça dawî kiî ye.

Di dawiya peyamê de, silav ji rewanpakiya kak Adil serkirde û tekoşerê dêrîn û tevahiya xebatkarên ku tevlî karwana pakrewanên kurd û Kurdistanê bûne.

*Nîgeraniya gelê kurd ji bo koça dawî ya nemir Adil Murad

Piraniya aliyên siyasî kurd û gelê kurd nîgeraniya xwe anîn ser ziman.

Her weha hemû aliyan di Kurdistan û dervayê Kurdistan bi taybetî gelê kurd û aliyên siyasî xemgîniyên xwe derbarê koça dawî ya endamê desteya damezrêner yê YNKê û sekreterê giştî Encûmena Navend ya YNKê heval Adil Murad anîn ser ziman û xembariya xwe bi malbata nemir e dupat kirin û koça dawî heval Adil Murad di vê qonaxa hestyar de, bi ziyaneke mezin ji bo gelê kurd û Kurdistanê nirxandin.

Piraniya aliyên siyasî ûkurdî û rewşenbîr û ronakbîrên kurdî wiha dizanin ku koça dawî ya nemir Adil Murad ziyaneke mezin e ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistanê, ji ber ku ew bi kirdarî wek nemir Mam Celal xemxwerê her çar parçetyên Kurdistanê bû.

Di aliyê peywendiyên xwe ên neteweyeyî de jî, li gel aliyên siyasî ên Kurdistanî pir bi hêz bû. Alîkariya hemûyan bi bê ferq û cudayî dikir, nefret li dagîrkerên Kurdistanê dikir û ji bo berevanî li zarok û jin û ciwanên kurd û Kurdistanê, her dem xwedî helwest bû, ji bo Kobanê û çi ji bo Efrînê û çi ji bo Cizîra Bota û çi ji bo Mihabadê be û Şengalê be her xwedî helwest û biryarderê parastin û alîkariyê bû.

Hêjayî gotinê ye ku rewanşad Adil Murad sala 2003'an piştî ku dema Amerîkayê û hevpeyamnên wê  dest li Êraqê werda, rêjîma Sedam hat rûxandin û komîteya jinûve darijtina Destûra Bingehîn Êraqê hat amadekirin û mnemir Adil Murad jî cihê xwe di nava Komîsyona Destûra Bingehîn a Iraqê de girt ku ev destûr sala 2005'an hate qebûlkirin.Yeke ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi Mam Celal re bû ye û piştre bû bi sekreterê Encûmena Navend yê YNKê û li gel Mam Celal ê nemir li ser çiyayên Kurdistanê têkoşer û pêşmerge bû.
          
PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket