Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket

kurdistani 04:22 PM - 2019-05-17
Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket

Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket

Hat ragihandin ku agir bi çiya û daristanên Efrînê ketiye, çalakvanên Efrînê grûpên çekdar yên bi ser artêşa dewleta Tirkiyê ve tewanbar dikin.

Li gor ragihandina jêderên ji Efrînê ku ji şeva bûrî ve agir bi daristana çiyayê Qaziqlî yê di navbera navçeya Cindirês û Şiyê de ketiye û hîna ew agir berdewam e û beşek mezin ji daran hatine şewitandin,destnîşan jî kirin ku artêşa Tirkiyê li gel Gurûpên çete ti alîkariya welatiyên sivîl nakin ku agir vemrînin tenê sivîl hewldidin.

Her weha li navçeya Mabeta agirek bi çiyayê Hawarê beşe di navbera gundê Gobek û heyatê ket û bi hewla welatiyan û endamên Encûmena Xwecihî ya Mabeta yê hate vemirandin, lê beşek mezin ji daran hatin şewitandin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket