QSD’Ê 4 çeteyên DAÎŞê li Dêre Zorê girtin

kurdistani 12:47 PM - 2019-05-16
QSD’Ê 4 çeteyên DAÎŞê li Dêre Zorê girtin

QSD’Ê 4 çeteyên DAÎŞê li Dêre Zorê girtin

Piştî têkbirina DAIŞ’ê, QSD’ê erk xistibû ser milê xwe ku ew navçeyên ji çete û mayînên wan paqij bikin ,her weha di pêngavên li gundewarên Dêre Zorê de Şervanan 4 çete ji navçeyên bajêr girtin,destnîşan hat kirin ku Şervanan li navçeyekê din jî çeteyeke xeter girtine.

Li gor ragihandina jêderên ji navçeyê ku li gel çeteyên girtî jî gelek çel û mayîn hatine girtin ku gelek mijar aşkire û zelal dibin ,û hinek pankert jî li gel wan bûn ku li ser nivîsîne :“Em girtiyên xwe dixwazin”, “Em bang dikin ku jin ji kampan derkevin”, “Ka petrol” her wiha navên hinek êlên herêmê mîna Şihêl, Şiwêt û Egîdat hatinbûn nivîsandin.

Hêjay bîrxistinê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk roja 21 Adarê dawî li hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê anî û wê çaxê ragihand ku wê li dijî şaneyên veşartî û bermahiyên DAIŞ”ê pêngavê destpê bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket