YNKê li biryara PDKê yê derxistina fermanbaran dikolîne

kurdistani 12:54 PM - 2019-05-14
.

.

YNKêli biryara PDKê yê derxistina fermanbarên xwe yên di serokatiya Herêmê de dikolîne.

Endamê serkirdeyetiya YNKê li biryara veguhstina fermanbarên serokatiya Herêmê dikole ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdsitanê ve hatiye dayîn, ji bo rêkevtinameya siyasî di navbera herdu aliyan de, gumanan li cem wan çêbdike.

Di wê barê de, endamê encûmena serkirdeyetiya YNKê Saman Germiyanê ji PUKmedia`yê re ragihand; Di demekê de ye ku em hewil didin ku mala kurdî yekrêz bikin û hikûmeta nûh bidin damezrandin û bi awayekî rasteqîne beşdarî wê hikûmetê bibin, mixabin ku biryara veguhistina fermanberên saziya serokatiya Herêma Kurdistanê yên li ser pişka YNKê ji bo wezaretên din ji aliyê PDKê ve hatiye dayîn.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Germiyanî dazanîn ku veguhistina fermanberên YNKê ji saziya serokatiya Herêma Kurdistanê bo wezaretên din, destpêkeke ne başe û gumanan li cem me çêdike derbarê rêkevtnameya siyasî a ku di navbera me û PDKê de hatibû wajokirin.

Biryar e ku îro roja sêşemê 14-5-2019`an, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê derbarê veguhstina fermanberên ynkê ji saziya serokatiya herêma kurdistanê bo wezaretên din bicive û lê bikole.

PUKmedia-Jîner Mihemed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket