Ciwanên Efrînî di Pêşbirka Wêjeyî de Hêst û Nêrînên Xwe Dîyar Kirin
kurdistani 11:12 AM - 2019-05-14Pêşbirka Wêjeyî lI ŞAHBAYê
Yekîtîya Rewşenbîrên Efrînê bi alîkarîya komîteya perwerdeyê û desteya ciwanan, pêşbirkeke wêjeyî jibo ciwanên Efrînî yên li Şehba li dar xist.
Pêşbirka wêjeyî di bin diruşmeya “Ciwanên afrîner misogerîya siberoja geş in” bi rê ve çû û 60 ciwanên beşdar berhemên xwe pêşkêş kirin.
Serokê Yekîtîya Rewşenbîran Osama Ahmad dîyar kir ku pêşbirk jibo pênc beşên wêjeyî: Helbest, Çîrok, Şano, Pexşan û Gotar hate ragihandin.
“Berhem bi her du zimanên Kurdî û Erebî hatin pêşkêş kirin û yên bi Kurdî zêdetir bûn. Ji bilî şano, di her çar beşên din de berhem hebûn. Asta beşdawî baş bû û wêrekî di naveroka berhemên pêşkêşkirî de hebû sebî ku ciwanan bi zimanekî rexnegir hestên xwe dîyar kirin.”
Ahmed, girêdayî projeyên wan yên di dema pêş de got ku ewê çalakîyên din yên wî rengî pêk bînin.
“Emê jibo hemû beşdarvanên hatine xelat kirin dewreyeke perwerdeyê ya wêjeyî pêk bînin ku asta wan hîn bilindtir bibe.”
Ciwanên beşdar şabûna xwe anîn ziman ku Yekîtîya Rewşenbîran ji wan re derfet peyda kiriye ku afrînerîya xwe bihonin û bi wêjehezan re parve bikin.
Mîrzan Bekir ku kurteçîrokan dinivîse, yek jî beşdarên e ku hate xelat kirin.
"Gava navê min bang kirin û ez vexwendim ser dikê, min înan nekir. Ez pir şa bûm.
Cemîle Mihemed jî bi helbestekê tev li pêşbirkê bû û xelat wergirt. “Ez bi helbesta xwe ya bi navê Xeyala Serfirazîyê beşdar bûm û tê de êşa şeva derketina ji Efrînê anî ziman”.
Hêjayî gotinê ye ku amadekarîya pêşbirkê berî sê mehan destpê kiriye û komîteyek bi karê ragihandinê û tevlêkirina wêjevanên ciwan rabûye.
Di dawîya pêşbirkê de ji beşdarên serketî re pirtûk û spasname wek xelat hatin pêşkêş kirin
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24