Dilawerê Zengî; Em û Zimanê Me...!

kurdistani 05:58 PM - 2019-05-13
.

.

‘Şerma mezin ew e ko mirov
nezanê xwendin û nivîsandina
zimanê xwe be’
k. ‘Hawar’ê. Celadet Bedir-Xan.

Miletê Kurd mîna her miletekî xwedî çande, tore, dîrok, folklor û ziman e. Xwedî şaristaniyek sipehî û kevnare ye. Rolek pir mezin di şaristaniyên herêmê de lîstiye. Lê mexabin ji ber berjewendiya dukelên setemkar Kurdistan bûye çar perçe. Bi wê perçebûnê re daxwaz û xwestekên gelê Kurd jî hatine guherîn, çande û wêjeya wî jî hatiye talan kirin. Herweha, ji dezgehên neteweyî, ji ya lêkolîn, lêgerîn û pêşxistina ziman, çande û hebûnên civakî û dîrokî hatiye bêparhiştin.

Ziman, ji destpêka danûstendinên civakî hatiye holê û hemû peywendiyên civakî li ser hîmê wî pêk tên. “Ziman dilê jîndarê çandê ye, hîmê zanava neteweyî ye. Di nav sedsalan de, di nav jiyanê de, bi xebat, tevbûnî û tevkariya bi milyonan kesan çêbûye, dewlemendiya hiş, hest û nêrînên mirovan nîşan dide. Ziman dîdarê şehrezayî û bajarvaniya gelekî, neynika giyan û bîra wî ye. Sermayê wî yê dîrokî ye. Evîna zimên, di cihkî de, evîna gel e, evîna welêt e”. (K. Nezan, K. Hêvî, hej.1)

Îro li riwê gerdûnê, di navbera gelan de nêzîkî dused zimanî tê peyvandin. Ev ziman ji hev hatine cihê kirin û nav li wan hatine danîn.
Zimanê Kurdî di girûba zimanê Îranî de ye, ku ew jî şaxek ji zimanê Hindû-Awrupî ye, ku ji zimanê Kurdî, Farisî, Efxanî û Tacikî pêk tê.

Weke ku tête gotin, ev ziman berê di nav kurdan de bi bîst zaravayan ve dihate peyvandin. Paşê di pêvajoya dîrokê de guherînên aborî û civakî ew daxistine çar zaravayan. Ango: Kurdmancî, Zazakî (Dumilkî), Soranî û Hewramî. Li gor hindek dîrokzanan tête gotin ku Kurdan di xwendin û nivîsandinê de cara yekemîn tîpên Mîxî bikaranîne. Piştî ku xakê Kurdistanê ji aliyên ereban hate -bi navê misilmantiyê- dagîr kirin û hem berhemên rewşenbîrî û wêjeyî hatin şewtandin. Kurdan jê bi şûn de tîpên erebî bikaranîn.

Her çend Kurd demek dirêj di bin desthilatên sitemkar û zordar de bûne û ger çiqas karbidestên ku kurd bindest hiştine jî her û her zimanê Kurdî gotinên xwe yên resen parastine, û bi qedexe kirina xwe ve jî gelek kêm ne ketiye.

Di roja îroyîn de, hewqas talan kirin û meşext kirina bi deh hezaran ji mirovan û vala kirina gund û bajarokên Kurdan, çi li Bakur û Başûr û çi li Rojava û Rojhilat Kurd ji koka jîna xwe ya civakî hema hema hat birîn, û dûrî xak, rewîşt, gerdiş û rabûn û rûniştina xwe maye. Bêdiro, di bin van nîr û rewşan de, berî her tiştî mirov kesayetiya xwe winda dike. Kesayetiya gelan, nasnameya neteweyî ye. Hebûn û nebûn e. “Mercê heyînê a pêşîn ziman e”. Ziman nasnameya gelan e.

Dijminê me bi hemû çekan şerê hebûna me dikin. Di eniya pêşîn de, şerê zimanê me dikin. Axaftin û nivîsandina bi zimanê bav û kalan qedexe ye. Bivênevê zimanê Kurdî di dijwariyê de ye. Zimanên fermî (tirkî, erebî, farisî), bi riya xwendegeh, dibistan, êzge û wêneguhêzan re derbasî bajarok û gundên me bûye. Koça gundiyên Kurd ber bi bajarên mezin yên ku navendên çandên serdest in, ramyariya bêgidiya dukelên ku dest danîne ser welatê me û dixwazin bi hemû awayan rêç û şopa kurdîtiyê, çanda kurdî û ziman ji riwê erdê rakin.

Veguhêriniyên ciyakî dikin ku roj bi roj peyivandina kurdî di nav nifşên nû de paş ve biçe. Îro em ketine rewşeke wilo ku pirîcar hêzên welatparêzên kurd, rêxistin û tevgerên kurd di civînên xwe de, di nav hev de, bi erebî dipeyivin, bi erebî diramin û bi erebî dinivîsin. Bêguman şerê çandeyî pareke hîmiya şerê azadiyê ye. Ev şer ewê tenê bi alîkarî û hevkariya hemû welatiyên me, bi hemû kurdên dilsoz dikaribe serkeve.
Zimanzanê nemir Celadet Bedirxan dibêje:

“Ziman mercê heyînê a pêşîn e. Yekbûna Kurdan jî bi yekîtiya zimanê Kurdî çê dibe. Yekîtiya zimanî bi yekîtiya tîpan dest pê dike”. (K.Hawarê).

Heya îro zimanê me bi sê elfabêyan belav dibe: Latînî, erebî û Kirîlî û di nav wan her siyan de cudayiyên rênivîsê pir in. Hebûna sê elfabêyan ji zimanê kurdî re, hebûna sê sînora ye. Reng e, ew jî bi rewşa gelê Kurd û welatê wan Kurdistanê ve girêdayî ye.
Zana û helbestvanê mezin Ehmedê Xanî dibêje: (Vî zemanî herkes mîmarê dîwarê xwe ye).

Dîwarê ku me ji dijminan biparêze, ziman e. Ziman, kesayetiya wî miletî bicî dike. Vêca, berî her tiştî divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. xwedîderketin ji rêber, zana û rewşenbîran tê xwestin. Ziman jî mîna heyberekî jîndar e. dijî, nesax dikeve û dimre. Hişk dibe û geş dibe. Heger em guh nedinê, û xwedî lê dernekevin, ji mafê zimanê me ye ku ew li welatparêziya me gilî bike. Di vî warî de zanayê mezin Se’îd Norsî dibêje:

”Zimanê me yê ku di geşbûn û pêşveçûyînê de weke dara Tu be, bi qabilyet e ji bona ku weha hişk û perîşan, ji zimanê medeniyetê ku edebiyate dûr ma ye, wê li welatparêziya we gilî dike”.
(Se’dê Norsî,Îctîmaî Reçeteler1,tenwîr Neşriyet, sh95).

Zimanzanê nemir Celadet Bedirxan li vê welatparêziyê divarqile. Zimanê me yê nivîsandî, bi tîpên latînî ji wî dest pê dike. Îro bi saya elfabêya mîrê zanînê û pasevanê zimanê Kurdî Celadet Bedirxan zimanê Kurdî zengîn û dewlemend e; bi sedan pirtûk, kovar û rojname têne weşandin.

Mîr Celadet Bedirxan zimanzanekî bilind û têgihiştî bû. Di sala 1918-an de lêdivarqile ku tîpên erebî di warê fonetîkê de têrî zimanê Kurdî nakin. Zimanê erebî, zimanê Konsonatan (tîpên bêdeng) e. Ji ber vê yekê dest bi amadekirin û afrandina elfabêya Kurdî-latînî dike, û di sala 1932-an de di riya Kovara Hawarê re belav dike. Ji hingê û bi vir de Kurdên Kurdistana bakur û rojava riya Hawarê dişopînin.
Ji bo rastnivîsandin û rastxwendinê elfabê û rêziman ji her kesî re giring e. Her mirovek pêdiviyê rêzimana zimanê xwe ye.
Li gorî baweriya me, gava pêşîn belavkirina bingehên rêzimana Kurdî karekî serketî ye.

Birastî, serketina vî karî ne tenê erk û stûbarê nivîskaran e. Belê, stûbarê hemû rêxistin, partî, welatparêz û dilsozên zimanê Kurdî ye. Bi arîkarî û piştgiriya wan, kar û xebata me serdikeve. Serketina karê me, pêşveçûna xebata wan e.
Pêwîste û pir ferze ko hemû mirovên Kurd –çi mêr û çi jin- xwe fêrî zimanê bav û kalên xwe bikin, û bi zarokên xwe bidin xwendin.
Bila zarokên we bi Kurdî biramin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivisînin û bi Kurdî bijîn.
Hevotin, hînkirin û fêrkirina zimanê Kurdî parastina nasnama hebûna me ye. Ziman ûştê hebûn û nebûnê ye.

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket