Keçkeke Efrînî bi awayeke xweş wêneyan sazdike

kurdistani 11:10 AM - 2019-05-13
Keçkeke Efrînî bi awayeke xweş wêneyan sazdike

Keçkeke Efrînî bi awayeke xweş wêneyan sazdike

Hemrîn Henîf Henan 19 salî Keçkeke Efrînî ye ku ji ber dagîrkirina çiyayê kurmênc "Efrîn" dest ji welatê xwe berdaye û ber bi Yunanê ve çûye ,dil û jiyana xwe ji Efrînê ne qetandiye  di her demjimêrekê d
e fikir û ramanên wê li ser jiyana Efrîniyane ku çû di bin zilm û zordariyê de dijîn.
Hemrîn ji PUKmedia`yê re axifî û got ji ber Efrîn ti carî ji bîra min naçe , hewil didim ku bi riya pênûs û pencên xwe jiyan û rewşa miletê xwe bi dunyayê bidim naskirin û aşkire bikim da ku dunya baş bizane ku Efrînî şaristanîne û ji jiyana azad hezdikin û çend aştîxwaz û aram in.
Di temeneke bi çok de Hemrînê bavê xwe windakir ku ji ber nexweşiya gorçile jiyan ji dest dabû,û ji ber ku bavê wê gelek ji pênûs hezdikir Hermrînê xwest ku daxweza bavê xwe pêk bîne ,û got jî her ku ez wêneyekê çûdikim ez bavê xwe li hemberî xwe dibînim ku pir kêfxweş dibe û hestdikim ku serî xwe bi min bilind dike

. Di dirêjiya axaftina xwe de Hemrînê got : Li gel resim kirina wêneyan min pirtûkek biçok "zehmetiyên şiqna zeytûnan li Efrînê "  derbarê jiyana xelkê xwe di şerê bi ser Efrînê de derxistiye ku têde binpêkirinên bi derheqê sivîlan hatibûn kirin aşkire kiriye ku çawa xelk ji ber topên dewleta Tirk û NATO yê direviyan da ku jiyana zarokên xwe rizgar bikin, destnîşan jî kir ku gelek sivîl bê suc hatin kuştin ku di nav de jin û zarok jî hebûn.

Hemrîn dibêje ku hêviyên wê mezintire û ew dixwaze ku her koçbereke Efrînî rewşa ku niha Efrînî  têra derbas dibe bi dewletên bîyanî bidin naskirin ji ber ku dewletên Rojhilata Navîn kerûlalbûne ,ew li benda çareseriyakê ji Efrînê re ye.

PUKmedia /Nazliye Remedan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket