Salvegera koça dawî yê Adil Murad birêve diçe

kurdistani 05:25 PM - 2019-05-12
rewanşadên kurd Adil Murad û Mam Celal

rewanşadên kurd Adil Murad û Mam Celal

Salvegera yekemîn ê koça dawî serkirdeyê mezin Adil Murad birêve diçe

Encûmena Navend a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdiostanê di hefteya bê de, bi boneya salevegra koça dawî yê nemir serkirde û endamê damezrênerê YNKê Adil Murad semînareke taybet ji bo vejandina salvegera nemir ê yekemîn li bajarê Silêmaniyê li dar dixe.

Her weha wê merasîm di roja 16-5-2019`an de, li bajarê Silêmaniyê paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê, di hola Rewşenbîrî  ya taxa Rî`a`yeyê, bi beşdarbûna berpirsên hikûmî, hizbî û dost û alîgir û endamên malbata nemir Murad birêve biçe.

Jidayîkbûn...

Nemir Adil Murad di 11/12/1949`an de li bajarê Xaneqînê ji dayîk bûye û di salên 60`yan de tevlî Yekîtî bûye ango yeke ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi Mam Celal re bû ye û piştre bû bi sekreterê Encûmena Navend yê YNKê û li gel Mam Celal ê nemir li ser çiyayên Kurdistanê têkoşer û pêşmerge bû.

Koça dawî...

Di roja înê 18-5-2018`an, li nexweşxaneyeke bajarê Kolin a Almanya yê, ji ber nexweşiya dil koça dawî kiribû. Di roja 24-5-2018`an, termê serkirsdeyê mezinê kurd heval Adil Murad endamê damezrênerê YNKê û yeke ji mezintirîn hevkarên parçeyên din ên Kurdistanê kilîkeke beriya niha gişîte firokexaneya navneteweyî Silêmanî û li goristana girê Selîm Begê birin bi axê spartin.

Behê...

Her weha îro Roja înê 25-5-2018`an, behî û pirsa serxweşiyê li mizgefta Ehmedî Hacî Elî ya li Silêmaniyê, ji bo mêran û jinan jî birêve çû bû û êvarê jî di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi dawî hatibû.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket