Pompeo vê hefteyê li gel Putin û Lavrov kom dibe

kurdistani 04:14 PM - 2019-05-12
Wezîrê Derve yê Amerîla Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîla Mike Pompeo

Pompeo, wek mezinê dîplomatên Amerîkî îro Yekşemê yekem car serdana Mosko dike.

Di nûçeyeke malpera radyoya Dengê Amerîkayê (VOA) de, Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo vê hefteyê li gel serokê Rûsya Vladimir Putin û wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov kom dibe, di demekê de ku girjî di navbera herdû welatan de bilind bûne li dor gelek mijaran, di nav de jî Venezuela, Îran û destêwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an de.

Malpera Dengê Amerîaskyê wiha derabrê serdana wezîrê derve yê Amerîkayê bo Moskyê dibêje; Berpirsên mezin ên Amerîka wek Pompeo û cîgirê serok Mike Pence, Rûsya tawanbar dikin ku ew li dijî serkirdeyê opozisyona Venezuelî Juan Guaido yê ku bi awakî demokratîk hatibû hilbijartin kar dike .

VOA di wê nûçeyê de wiha derbarê helwesta Rûsiya ji Venezuelayê de û rexneyên Amerîkayê jê re wiha weşandiye; Rûsya piştgiriya serokê sosyalîst ê Venezuela Nicolas Maduro dike. Amerîka Rûsya tawanbar dike ku ew hewil dide cihekî ji şûna lingê xwe re li aliyê rojavayê dunyayê çê bike.

Di nûçeya VOA yê beşa kurmancî de daye zanîn ku Pompeo roja Duşemê digihe Mosko ji bo kombûna li gel dîplomatên balyozxana Amerîka li Mosko berî kombûna li gel hin karsazên Amerîkî. Ewê her wiha gulan li ser gora Serbazê Winda deyne wek rêzhînan ji wan kesên ku li dijî rejîma Nazî şer kiribûn. Roja Sêşemê jî Pompeo diçe Soçî ji bo axaftinên li gel Putin û Lavrov.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket