DAIŞ wîleyeta Hindistan ragihand

kurdistani 06:39 PM - 2019-05-11
DAIŞ wîleyeta Hindistan ragihand

DAIŞ wîleyeta Hindistan ragihand

Rêxistina Dewleta Islamî ya li Êraq û Şamê (DAIŞ) wîleyeta Hindistan ragihand.

Piştî ku endamekî DAIŞê li Keşmîrê ji aliyê polîsê Hindistanê ve hat kuştin, êdî Hindistan wek wîleyeteke ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî ya li Êraq û Şamê (DAIŞ)ê hat ragihandin.

Ruetrsê daye ragihandin ku li gorî rûpelên ser bi rêxistina DAIŞê ve ne dest bi ragihandina Hindistanê wek wîleyeteke DAIŞê kirine û bi awayekî berfereh tê weşandin.

Her weha di roja înê 10-5-2019`an de, polîsên Hindistanê belavokeke belavkirin û tê de amaje bi kuştina endamekî ser bi rêxistina DAIê dike ku di pevçûneke çekdarî li navçeya Şobiyanê ji aliyê hêzên ewlekariya Keşmîrê ve hatibû kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Dewleta Islamî ya li Êraq û Şamê (DAIŞ) li Mûsilê û piraniya deverên Êraqê rastî lêdanên pir bihêz hat û hêza wê ji  dest çû, her weha li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî, bi heman awayî têkçû, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên Sûriye Demokratîk ve ku YPG-YPJê serpereştiya wê dikin ve, DAIŞê di Baxozê de, têkbirin û tev xwe radest kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket