Daçekên Lihevxistî..Biradost Mîtanî

kurdistani 03:58 PM - 2019-05-09
Daçekên Lihevxistî..Biradost Mîtanî

Daçekên Lihevxistî..Biradost Mîtanî

Hezkerên zimanê xwe yê KURDÎ. Dilxwazên perwerdeya ZIMANÊ KURDÎ yên hêja: Ev waneyeke RÊZMANA we ye . Bi navê :

DAÇEKÊN LIHEVXISTÎ

Jixwe em zanin ku ev in daçekên xwerû : Ji – Li – Di– Bi .

Ew daçekên xwerû dibin ên lihevxistî : Jê – Lê– Tê – Pê , dema mirov behsa navdêrekî yanî tiştekî bike û bêyî mirov navên wan bêje. Yanî dema ku navdêrê li pey daçekê diçe, tîpa (Ê) dikeve dewsa wî de. Bi vî awayî :

(Ji )- AZAD ji bên de ket . Azad ( jê )de ket

(Li) – LEYANÊ li gulê nerî. LEYANÊ ( lê )nerî .

(Dı) - ARÎN di derî re derbas bû . ARÎN( tê )re derbas bû. Li vir tîpa (D) dibe tîpa (T)

(Bi) - SEYRAN bi ROZAD re bi ser ket. SEYRAN (Pê) re biser ket . Li vir tîpa (B) dibe tîpa (P)

Têbînî : Ne merce ku paşdaçek : Re – Ve – De bi daçekan re werin an newin .Yanî halo :

Berxwedan ji GIRKÊLEGÊ hat . BERXWEDAN( Jê )hat.

ŞIYAR li BIRADOST silav kir . ŞIYAR( Lê) silav kir.

Rim di ŞASWAR weriyan . Rim (Tê) weriyan.

Lingê MÎTAN bi herî bû . Lingê MÎTAN( Pê) bû.

Zimanzan; Biradost Mîtanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket