Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin

kurdistani 02:32 PM - 2019-05-09
.

.

Li Fenlandayê Semînarek ji Îsmaîl Bêşikcî re hat li dar xistin.

Li welatê Fenlandayê semînareke taybet ji bo zanayê civaknasî profesor Îsmaîl Bêşikcî hat hat birêve birin.

Di roja 5-5-2019`an , li bajarê Helsenk paytexta Fenlandayê semînareke taybet ji bo dostê gelê kurd Dr. Îsmaîl Bêşikcî  birêve çû.

Di wê semînarê de, hejmarek ji şandeyên partî û rêxistinên siyasî û civakî û mafperwerî ku tê de şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê jî amadebibû ku pêkhatibû ji berpirsê beşê rêkxistinê û Mezin Baban berpirsê beşê civakî û Pîran Şikor berpirsê amara hilbijartinan yê rêkxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Fenlandayê.

Di semînarê de, Bêşikcî dazanîn ku gelê kurd bêhtir ji 50 milyon kese û heya niha bê dewlet û mafe, her çiqas xwestin bibin bi dewlet û şoreş jî kirin, lê di encamê de, di rêkevtina Lozanê de, Kurdistan kirine bi 4 parçe tako neyarên gelê kurd bikaribin bi esanî desthilatê bi ser doza gelê kurd de bisepînin û kurd bê maf bikin.

Zanayê civaknasê Turk di dirêjahiya axivtinên xwe de di wê semînarê de Îsmaîl Bêşikcî derbarê hemû raperîn û şoreşên gelê kurd şiroveyên xwe bi zelalî kir û li ser komara Mihabadê jî û pişt re jî li ser rapirsa parêzgeha Kerkûkê jî kir û wiha got; Berê jî 2 caran rê li ber destpêkirina rapirsê li Kerkûkê hatibû girtin, ji ber ku ew baş dizanin ku Kerkûk bi piraniya wê kurd e û ew rapirs wê ji berjewendiya kurdan be.

Di dawiya wê semînarê de, nexşeya Kurdistanê ji aliyê rêkxistingerên semînarê ve ji Bêşikcî re hat pêşkêîş kirin.

PUKmedia-Cebar Coma - Fenlanda

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket