Washington piştgiriya pêşmerge tekez kir

kurdistani 04:55 PM - 2019-05-08
.

.

Washington piştgiriya hêzên pêşmerge aramiya Êraqê tekez kir.

Îro roja çarşemî 8-5-2019`an, li bajarê Hewlêrê, berpirsê peywendiyên giştî yên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre pîşwazî li şandeyeke Amerîkî kir.

Ew şandeya Amerîkî ku pêkhatibû ji berpirsa beşa siyasî di balyozxaneya Amerîka li Êraqê xanim Danosiya Hobe, berpirsa beşa siyasî di konsilxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê xanim Silviya Erîz ku bi germî ji aliyê berpirsê peywendiyan ve hate pêşwazîkirin.

Di wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser rewşa siyasî li Êraq û Herêma Kurdistanê û bi taybet rewşa ku piştî hilbijartinan û çawaniya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal gotûbêj kirin.

Sedî Pîre rola konsilxaneya Amerîka di demên berê de bi awayekî pir mezin û bilind nirxand ku piştgiriya  bi hêzs li Herêma Kurdistan û hêzên pêşmerge kir tako peywendiyên dîplomasî bihêztir bibin û karê siyasî ber bi pêşve biçe.

Ji aliyêî xwe ve jî, endamên şandeya Amerîkî piştgiriya Washingtonê ji Pêşmergeû Herêma Kurdistanê re dupat kirin û ji bo aramî li sertanserî Îraqê peyda bibe, piştîvaniya xwe anîn ser ziman.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket