Erdogan Walîyê Stenbolê Wek Bajarvanê Şûngir Destnîşan Kir

kurdistani 02:15 PM - 2019-05-08
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku Walîyê Stenbolê Alî Yerlikayara wek bajarvanê şûngir dest bi kar kiriye.

lLi gorî nûçeyeke radyoya Dengê Amerîkayê ku serokê (AKP)ê Recep Tayyîp Erdogan, piştî komcivîna partîya xwe pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Her weha Dengê Amerîkayê di dirêjahiya nûçeya xwe de wiha estnîşan dike ku Erdogan daye zanîn ku bi biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dê ‘’Sîya li ser hilbijartinên Stenbolê rabe û ewê bo xurtkirina demokrasîya gaveke girîng be’’

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartina 31’ê Adarê de berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû û bûbû bajarvanê Stenbolê lê YSK ser daxwazên pêdaçûnên yên AKP’ê ew hilbijartin betal kiribû. Hilbijartina nû ya Stenbolê dê di 23’yê Hezîranê de li dar keve.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket