Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad

kurdistani 02:29 PM - 2019-05-07
Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad

Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad

Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad li hemû rojnamevanan û hevkaran pîroz be.

Di serî de, bi helkevta Roja Rojnamegeriya Azad a navneteweyî, ez tevahiya hevpîşeyên xwe li Kurdistan û Cîhan pîroz dikim û ji desthilatdarên wan welatan daxwaza parastin û berevanîkirin li mafên rojnamevan û ragihandvanan dikim.

Wek tê zanîn ku tevahiya Sazî û Dezgeh û Sendîkayên Rojnamevanan di roja rojnamegeriya azad ya navneteweyî de daxwaza azadiya maf û xebatên serbest ên rojnamevan û ragihandvanan di hundirî welatên xwe de bêtir dike.

Ew roj ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî Ya Perwerde û Zanist û Çandê ku bi (UNESCO) naskirî ye hatiye bi navkirin destnîşankirin, tako bîranîna Wîndahok a dîrokî ku di sala 3-5-1991`an de di civîna rojnamevanên Efrîqiyan de hatibû ragihandin.

Dema ku Neteweyên Yekbûyî (UN)ê ew roja wek Roja Rojnamegeriya Azad a Navneteweyî da ragihandin û nasandin ji ber wê yekê bû ku di wê rojê de, prensîpên sereke werin nirxandin û kar û xebatên rojnamegeriyê di cîhanê de bê nirxandin û gel û cemewer bi karên rojnamegeriyê bidin nasandin û bi taybet ew rojnamevanên ku di dema kar de rastî mirin û lêdan û jinavbirinê hatine

Di salvegera rojnamegeriya azad navneteweyî de, tê xwendin û zanîn ku li hemû welatekî cîhanî de, Sendîkayên Rojnamevaniyê dest bi weşandina peyamên cuda cuda dikin û  berevaniyê li azadiya kar û xebatên rojnamevanî û mafên rojnamevanan dikin.

Her weha di daxwazên xwe de, ew sendîka daxwaza bicîanîna pirensîpên demokrasî û azadiya parastina mafên rojnamevan û ragihandvan û medyakaran bêhtir dikin û bi destxistina maf û azadiya rasteqîne ji bo parastina mafên rojnamevanan li hundir welatên xwe dikin û bi bê tirs axiftin û nivîsandin û raportajên xwe li gorî rastioyên heyî bi awayekî serbest û azadî bikin.

Di salvegera roja azadiya rojnamevaniya navneteweyî de, ku di roja 3-5- di her salê de li hemû deverên cîhanê ango di hemû welatekî de, çi bi fermî be û çi bi ne fermî be, ew roja tê bi bîranîn û pîroz kirin.

Di hemû salê de, li Herêma Kurdistanê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Komîteya berevaniya li azadiya rojnamevaniyê û mafên rojnamevanan li Kurdistan, bi riya belavokekan re ku ji bo wê yadê belav dikin, tê de li ser azadiya ramanî û derbirîna bîr û nêrîna azad, û daxwaza yasayeke guncaw ji bo parastina maf û azadiyên rojnamevanan dikin.

Lê di rastiyê de, wek tê zanîn ku ti carî bi esanî ew daxwaz naye pêkanîn û bicî naye, lê wê bi yasayeke guncaw û pêşxistina pîşeyiya rojnamegeriyê hêdî hêdî ji aloziyan ber bi çareseriyan ve biçe.

Her weha li Rojavayê Kurdistanê jî Ragihandina Azad wek sazî heye, lê di rastiya karên wê de, nikare bibe bersiv ji bo parastina rastiya maf û azadiyên rojnamevan û mediyakaran li deverên ser bi Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê.

Di rastiyê de, hîn ew saziya ragiahndinê wek pêwîst û guncaw cih negirtiye û nebûye xwedî bingeheke çarenivîsaz ku hemû rojnamevanek bikaribe derd û kulên xwe li wir veke û derman bike.

Her ji bo rastiya maf û azadiyên çarenivîsa rojnameger û medyakaran di hemû cîhanê de, pêwîste ku  di salvegerên roja rojnamegeriya azad a navneteweyî de, hemû sazî û dezgeh û sendîkeyên rojnamevanî û meyakarî ji bo xwedî derketin li mafên rojnamevanan bi kirdarî, her kes û alî ji xwe ve dest pê bike û di kar û jiyana xwe de, karname û projeyên girîng û kirdar di derbarê pirensîp û pêdewîstiyên berferehkirina azadiya rojnamegerî û derbirîna bîra azad bike manefîstoyeke jiyanê.

Di rojên 3-5 ji hemû salan, dema ku mirov temaşe dem û dezgeh û kenalên ragihandinên hemû welatan bike, derdikeve holê ku hemû kes xwe bi xwediyê rojnamevanan û ragihandvanan û medyakaran dibînin û xwe bi parêzvanên rasteqîne dizanin, lê mixabin, di warê kirdarî de, tiştekî wiha tune ye, pir kêm hebin ku xwedî li rastiya rojnamgeriya azad û mafên rojnamevana derkevin.

Di piraniya belvokên aliyên peywendîdar de bi taybet di wan welatên ku bi aşkireyî mafên rojnamgeran dixwin û binpê dikin, xwe bi firîşte dibînin û mafperwerên azadiya rojnamegeriyê dizanin, lê mixabin di rastiya helwest û karên wan de, kok dûrin ji rastiyan..

Eger raste, pêwîste ew hemû sazî û dezgeh û sendîkeyên peywendîdar, hewil bidin ku kar û xebatên rasteqîne ji bo bicîanîna pirensîpên demokrasî û azadiya berferehtir  bikin û  ji bo mafên rojnamevanan û medyakaran li welatên xwe û li ser bingeha demokrasî û pêkanîna yasa û zagonan ku azadiya rojnamevaniyê û azadiya bîr û ramanên cuda û nakok jî bi hev re bin tako jiyaneke hevbeş û serbest û azad û hemû tekek wek hev xwedî maf û azadî be.

Endamê Kara yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket