Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin

kurdistani 04:30 PM - 2019-05-06
Nuredîn zaza

Nuredîn zaza

Hevpeyvîneke dîrokî ya ku kenaleke Siwîsrî bi siyastevanê dêrîn ê kurd nemir Nuredîn Zaza re pêkaniye, ji bo nevî yên nû hem ji bo xelkên kurd li Rojavayê Kurdistanê û hem li Bakûr û Başûr û Rojhilatê Kurdistanê cihê rêz û pêzanînê ye.

Di hevpeyvîna dîrokî kenaleke biyanî ya Siwîsrî ku bi serokê yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê Dr. Nuredîn Zaza re pêkaniye, tê de bersivên pir bi bandor û watedar dide, ew beris wê ji me re bibin rênma û pirensîp ku em li ser bimeşin û bikin bingeha vejandina jiyana xwe ya rojana.

Em bi hêvî ne ku hûn nivşên me ên dahato û nû her dem hewil bidin ku girîngî bidin xwendin û temaşe û guhdar bikin tako sûdmend bin ji rastiya dîroka siyasî ya li Rojavayê Kurdistan û beşên din ên Kurdistanê, her weha ew stema ku rêjîmên Sûriye û dagîrkerên Kurdistanê li dijî serkirde û rêber û çalakvanên siyasî tevgera kurdî birêve birine baş nas bikin..

Wek tê zanîn ku siyasetvanê navdarê kurd sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê Nuredîn Zaza di sala 1919`an de, li bajarokê Madenê ya girêdayî bajarê Elezîzê li Bakurê Kurdistanê ji diyayîk bû ye.

Her weha di serdema zaroketiya xwe de, ew li bakurê Kurdistanê jiyan dikir, lê piştî ku serhildana nemir Şêx Se`îdê kal hate serkotkirin, Nuredîn Zaza neçar ma ku bi birayê xwe yê mezin Dr. Ehmed Nafîz Zaza derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bibe ku di wê demê de, jê re digotin (Binxetê).

Ji ber zîrekî û jêhatbûna wî, ew ji zaroketiya xwe ve, her xwedî helwest û kar û xebat bû, ew ji demeke zûh ve kete nava siyast û karên ramyarî ên nîştimanî ku bi riya nivîs û tevgereke bi partiyên siyasî re, dikarî xwe bighêje asta serokê giştî yê yekemêîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê li gel nemir Apê Osman û nemirên din ên ku damezrênerê wê partiyê bûn, nemir Şewkte Nasan, Mihemed Elî Xoce, Reşîd Hemo, Hemze Newêran û her du kesyatiyên din ku heya niha di jiyanê de mane, Dr. Xelîl û mamostwe Hemîd Derwîş .

Wek tê gotin ku piştî cenga cîhanî ya duyemîn, Dr. Nuredîn Zaza derdkeve derveyî welat û berê xwe dide welatê Siwîsrayê û li wir nîştecih dibe, piştre jî di zanîngeha Lozanê de, dibe xwendekar û bi serekvtî xwendina xwe derbas dike.

Her weha di serdema xwendina xwe ya zanîngeha Lozanê de, dest bi damezrandina rêxistineke xwendekaran dike ku bi navê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê ku bi riya wê rêkxistinê, piraniya xwendekarên kurd ên li Ewropayê lihev dicivîne û hewilî belavbûna mijarên neteweyî kurdî di nava xwe zanîngehên wealtên Ewropayê de ku pêngaveke pir girîng û şarestaniyet bû.

Di nivîsweke ronakbîrê kurd Konê Reş de ku bi boneya 30 saliya koça dawî ya Dr. Nuredîn Zaza de wiha nêrîna Zaza li ser zimanê kurdî û xwendin û pêşketinê daye weaşndin ku Dr. Nuredîn Zaza wiha dibêje; "Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin."

Lê piştî ku stêrka wî li Ewropayê pir belav û hate vebirûskandin, careke din sala 1957`an de, berê xwe da Rojhilata Navîn û vedigere bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û li wir tekoşîn û xebatên xwe yên neteweyî dirêjî pê dide..

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket