Efrînî û vejandina jiyanê...

kurdistani 04:03 PM - 2019-05-06
.

.

Efrînî li Rojava`y`ê Kurdistan û Sûriyê de, her dem di vejandina jiyaneke nûjen û resen û zindî de xwedî roleke sereke ne.

Efrînî li her derê bin, xwe didin nava kar û xebat û tekoşînê, tako xwe ji vejandina jiyana azad û civaka azad û demokrat dûr nekin.

Wek tê zanîn ku hejmareke ji kurdên Efrînê li dervayî welat, ango li Ewropam û Amerîka û Kenada û Austiralya jî, wek xwedî erk û xebat û afrêner hatin nasandin û morên xwe li ser rûpela dîrokê dan.

Vê carê jî, Jineke kurd ji Efrînî (Çiyayê Kurmênc) bû namzeta parlemana herêma Vlaams ê ya Biruksilê li welatê Beljîkayê.

Jineke Kurd a Efrînî ku li herêma Vlaamsê jiyan dike, bi fermî bû bi namzeta parlemana herêmeke wî welatî.

Her weha Vallentina Schaiko ku keçkeke ji Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye ku wek namzeta parlemana herêma Vlaams hatiye destnîşankirin ji aliyê gelê kurd ve tê piştîvankirin..

Ji erkên hemû ragiahndina kurdî ye ku alîkar û hevkar bin bi va keçka kurdî re, ji ber ku li her devereke cîhanê kurdek bibe bi serkar, wê di xizmeta doza me ya rewa de be.

Ji niha ve ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya xanima kurd a Efrînî Vallentina Schaiko dikim û di hilbijartinên parlemana herêma Vlaamsê de serkevtin û serfiraziyê jê re dixwazim.

*Efrînî û helwest û hevkariya mirovî...


Di sala1915`an de, alayên Hemîdî ên ser bi Împeratoriya Osmanî, dest bi operasyoneke qirkirinê li dijî Ermeniyan kirin , wek tê gotin ku di encama wê operasyonê de, bêhtir ji 1,5 milyon Ermenî ku di nav de Suriyan, Aşûr û Kurdên Êzîdî jî hebûn hatin kuştin û jinavbirin.

Wek tê çêrê kirin ku di wê demê de, welatiyê kurd ê Efrînî (Cemîl Paşa) ku ew bi xwe fermandarekî artêşa Osmaniyan bû, di dema qirkirina Ermeniyan bi destê Împeratoriya Osmanî de, bi erk û hewildanên xwe ku xwe dike metirsiyê, bi sedan Ermenî ji kuştinê rizgar dûr dixe û wan di cihên taybet de dihewîne ta ew tev derbasî cihên parastî dike.

*Efrînî afrênerê kelûpelên şajinên cîhanî ye

Ciwanekî kurdê Efrînê bi navê Emîr Hesen ku ji herêma Efrînê ye, niha wek dizayînerê herî navdar yê cîhanê tê jimartin ku fîstanên şahjinên cîhanê didrû.

Kar û xebatên Demlomatîk di hikûmeta Sûriye de...

Balyozê Sûriye li Spaniyayê Husam Eldîn Ala Kurd e, ji gundê Mabeta yê girêdayî herêma Çiyayê Kurmênc (Efrînê) e”.

Zinar Ala di daxuyaniyeke xwe ji AKnewsê re wiha gotiye “Baylozê Sûriyê yê nû li Madrîdê Husam Eldîn Ala li zanîngeha Helebê beşê wêjeya zimanê Înglîzî xwendiye, her wiha di gelek postên diplomasî de cî girtiye, weku li şandeya hemdemî ya Sûriyê li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê 5 salan cî digirt, her wiha bo çend salan li Geneva karê diplomasî kiribû, û di van 4 salên dawîn de jî posta Birêvebirê Nivîsgeha Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Elmiqdad digirt”.

Di werzêşê de jî pêşeng in

Kurdekî Efrînê yê bi navê Rebîh Reşo çend salan li Sûriyê qehremanê Kik Boxsingê bû, 5 sal in jî li Almanya dijî, sala par li Qehremaniya Master a Ewropayê bi navê Kurdistanê beşdar bû û pileya yekem bidest xist.

Her weha ciwanê kurd ê Efrînî Rebîh Reşo biryar daye êdî bi navê Kurdistanê beşdarî qehremaniya cîhanê bibe.

Rebîh Reşo li ser navê Libnanê dibe Qehremanê Yekem. Sala 2014an li ser navê Almanya di Qehremaniya Kik Boxsingê Cîhanê li Tirkiyê jî dibe Qehremanê Yekem, ji ber wê destkefa werzişî Serokê Sûriyê Beşar Esed spasnameyekê jê re birê dike, lê ew wê spasnameyê red dike û dibêje ez ji bo Sûriyê nalîzim û êdî bi nav Kurdistanê beşdar qehremaniyan dibe û ala Kurdistanê bilind dike.

Di lîska Boksînk a Navdewletî de ciwaneke Efrîn ê bi serket

Li bajarê Mîşin ya Almanî di yeriya Navdewletî ya Boxsînk ê de ciwana Efrîn ê ya bi navê Şiyar Barî li hember pêşbaziyê xwe yê Tirk serkeftî bû . Her weha Şiyar Barî di heyama dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re kêfxweşiya xwe ji bo serkeftinê nîşan da ji ber ku ev yekem care ku yariyeke Navdewletî de beşdar dibe.

Şiyar ciwanê gundê Badîna ya Efrîn ê a 20 salî ji PUKmedia`yê re tekez kir ku ew perwerdeyên xwe berdewam dike ji bo ku bighîne asteke bilindtir û navê Efrîn ê û ala Kurdistanê bilind rake û got jî ew gelek kêfxweşe ku di yekem car de li hember kesekî Tirkî biserket.
Şiyar amaje bi wê jî da ku ji 2015`an de gihîşte Almaniya û li gel xwendinê xwe rojê 3`seatan perwerdeyên xwe dike û tekez li ser wê yekê kir ku bingehê vê lîslê Vîn û jêhatîbûn e.

Di hunermendî yê de jî pêşeng in.

Hunermendekî Ciwan ji Efrînê, ji aliyê serokê Almanyayê ve hat xelat kirin.

Di roja 10-2-2019`an, li welatê Almanyayê, di koşka serokkomariya wî welatî de, hunermendê kurd ê ciwan ji Efrînê ku bi awayekî akadimîk di nava meydana hunerê de cihdigre Semîr Seydo, ji aliyê serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ve hat xelatkirin.

Li gorî çalakvanên kurd ku ew ciwan ji ber ku hemû kar û xebatên xwe ên hunerî bi awayekî pir bi sîstem û akadimîk amdedike û pêşkêşî gel dike ku pir hatiye pejirandin û ji ber wê yekê jî, ew ji aliyê serokê wî welatî ve hatiye xelatkirin.

Yekem mamosteya jin a kurd ji Efrînê bû

Yekem mamosteya kurd li Rojavayê Kurdistanê bi fermî dest bi karê mamosteyetiyê kiriye, jineke kurdê Efrînê ye, navê wê Necah Silêman e ku hevjîna siyasetvanê dêrîn nemir Şewket Nasan e.

Dr. Ferhad Nasan lawê maoste Necah û yê siyasetvanê dêrînê kurd parêzerê nemir Şewket Nasan e, di rûpela xwe ya veghîştina civakî de rastiya dema damezrandina dayîka xwe mamoste Necah Silêman bo carê yekem ji rayê giştî re da xuyakirin.

Diktor Ferhad Nasan di nivîsa xwe de aşkire dike ku wek dihate naskirin ku yekem mamosteya kurd Necah Silêman ku di sala 1958`an de dest bi karê mamosteyetiyê kiriye, lê li gorî belgeyên malbatê ku ji erşîvê hatiye derxuistin bi vê rengî ye;

Dr. Ferhad Nasan di wê barê de wiha dibêje; Di belgeyê de hatiye ku biryara damezrandina mamoste Necah Silêman di dibistana Xedîce ya Mezin de li bajarê Amudê ku dikeve herêma Cizîrê û bi wajoyê parêzgarê Hesekê ya sala 1-11-1956`an. Ev belge tê wê wateyê ku mamoste Necah beriya ku dihate gotin bi 2 salan, dest bi karê mamosteyetiyê kiriye, lê wek tê zanîn ku mamoste beriya derketina biryarê bi demekê dest bi karê xwe kiribû.

Keçkeke kurd ji gundawrên Efrînê ku temenê wê 20 salana derbas nake, bi tenê xwe ji Efrçna herî li bakur-rojavayê Sûrî, ber bi bajarê Amûdeyê ku dikeve aliyê herî bakur-rojhilatê Sûriye, bi sedan kîlo metran her bi tenê xwe ye ku nameya pîrozî girêdayî bi zanist û xwendinê hilgirtiye

Mamoste Necah Silêman jî hevjîna parêzer Şewket Nasan e ku wek çawa nemir Şewket Nasan ji siyasetvan û parêzerên yekemîn bû ye, mamoste Necah jî her yekemîn mamoste bû ye ku beriya hevjîntiyê bi parêezer Şewket Nasan re bike. Ev kes ji bo dîrok û nasnameya gelê kurd, wek belge û regeznamey we ne. Pêwîst mirov girîngiyê bide bi van kesayetiyane, tako dîroka me ya berê û niha bi awayekî pir dewlemend bête nasandin.

Jêder;
AKNews- Kurdistan24- PUKmedia- Rûpelên Facebook - Twitter...

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket