Weqfa Jina Azad alîkariyê pêşkêşî zarokên sêwî dike

kurdistani 07:55 PM - 2019-05-05
 Weqfa Jina Azad alîkariyê pêşkêşî zarokên sêwî dike

Weqfa Jina Azad alîkariyê pêşkêşî zarokên sêwî dike

Li gorî ajansa nûçeya ya Rojavayê Kurdistanê ANHA`Yê; Weqfa Jina Azad 31’ê Tîrmeha sala borî yekemîn mala sêwiyan a bi navê Keskesora Alan vekir. Weqfê bi armanca hemêzkirina zarokên ku malbatên xwe di şer de winda kirine mal vekir. Di malê de 30 zarok ji tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.

Ji bo peydakirina hawîrdora guncaw ji zarokan re 8 jinên pispor hatine erkdarkirin. Jin 24 saetan li malê dixebitin. Ji bo tenduristiya zarokan hejmarek ji kesên pispor di warê zanyariyên derûnî, civakî û perwerdehî de hatine diyarkirin.

Di malê de baxçeyek zarokan heye û çalakiyên curbicur ji zarokan re tê pêkêşkirin. Her wiha zarok jî di baxçeyê de fêrî ziman û waneyan dibin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket