Amerîka: Nabe petrolê Êranê were kirîn

kurdistani 12:39 PM - 2019-05-02
Amerîka: Nabe petrolê Êranê were kirîn

Amerîka: Nabe petrolê Êranê were kirîn

Biryara Amerîka ya zêdekirina sizayên li ser Îranê û dirêjnekirina bexîşna 8 welatên cîhanê ji bo kirîna petrola Îranê, îro 2 Gulanê dikeve warê bicihkirinê.

Roja 22 Nîsana 2019an Amerîka daxwaz ji welatên ku petrola Îranê dikirin kiribû ku dest ji kirîna petrola wî welatî berdin , di çarçova tundîkirina sizayên li ser Îranê de û piştî vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî ji roja 2ê Gulanê ve her welatek pabend nebe, dê rûbirûyî sizayan bibe.

Li gor zanyariyên raportên rojnamevanî, Şêwirmendê Asayişa Netewî John Bolton û Wezîrê Anerjiyê ya Amerîkî Rick Perry rola wan a sereke hebû ku Serokê Amerîka Donald Trump qayil bikin ku hinaredekirina petrola Îranê bo derve bi yekcarî bê rawestandin.

 PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket