Ji ber bahoza Fani li Hindistanê 800 hezar kes hatin veguhastin

kurdistani 12:21 PM - 2019-05-02
Ji ber bahoza Fani li Hindistanê 800 hezar kes hatin veguhastin

Ji ber bahoza Fani li Hindistanê 800 hezar kes hatin veguhastin

Ji ber bahoza Fani ya li rojhilatê Hindistanê rabûye, nêzî 800 hezar kes hatin veguhastin.

Rayedarên Hindistanê diyar kirin ku bahoz ji ber barana zêde dijwar bûye û lez û dijwariya wê jî saetê 200 kîlometre derbas kiriye.

Saziyên meteorolojiyê ragihandin, bahoz wê roja Înê bigihêje welatê Odishayê û ji herêmên ku nifûsa xwe zêdeyî 100 milyon kes e derbas bibe.

Rayedarên parastina sivîl a eyaletê diyar kirin, 780 hezar kes ji bo herêmên ewle yên 13 bajarokên Odishayê hatine veguhastin. Nifûsa eyaleta Odishayê 46 milyon e û tê gotin, bahoz wê herî zêde li wê eyaletê bike.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket