Kosret Resûl bi freksyona YNKê re civiya

kurdistani 07:42 PM - 2019-04-30
 Kosret Resûl bi freksyona YNKê re civiya

Kosret Resûl bi freksyona YNKê re civiya

Kosret Resûl Elî bi freksyona YNKê yê encûmena parêzgeha Silêmaniyê re civiya.

Îro roja sêşemê 30-4-2019`an, li bajarê Silêmaniyê, Cîgirê yekê yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî pêşwazî li freksyona YNKê yê encûmena parêzgeha Silêmaniyê kir.

Bi amadebûna endamê desteya kargêr yê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê û berpirsê malbandê yek yê Silêmaniyê Hakim Qadir Heme Can civîneke taybet bi endamên freksyona YNKê ya di encûmena parêzgeha Silêmaniyê de li dar xist.

Di wê civînê de, Kosret Resûl li ser aliyên diyalger ên ji bo pêkanîna hikûmeta nû yaa Herêma Kurdistanê û çawaniya beşdarbûna YNKê di wê hikûmetê de û di sîtema hikûmraniya dahato ya Herêma Kurdistanê de erkên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê û rastiya karebûna rola YNKê di hikûmeta nûh de tako xwedî roleke bikar be di mijarên çarenûsaz de tev bi zelalî şirove kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket