Amerîka hewil dide ku Êxwanan têke lîsteya terorê

kurdistani 04:51 PM - 2019-04-30
Amerîka hewil dide ku Êxwanan têke lîsteya terorê

Amerîka hewil dide ku Êxwanan têke lîsteya terorê

Li gorî hinek kenalên ragihandinê ku hikûmeta Amerîkayê hewil dide ku rêxistina Êxwnan bixe nava lîsteya terorê.

Her weha li gorî rojnameya New York Taimsê ku ev proje piştî hevdîtina serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî û serokê Amerîkayê Donalid Trump hatiye meydanê û bû ye rojeva ragihandinên Amerîka û cîhanê.

Di civîna her du serokên Amerîka û Misrê de, mijara herî girîng û kar li ser hatiye kirin, ew bû ku ji fermanber û kesên peywendîdar bi mijara rêxistina Êxwanên Musliman û çawaniya xistina dorpêçkirina aborî û sizayên aborî bi ser wan de û dest danîn bi ser pare û emlakên wan de gotûbêj kirin û daxwaza bi cihkirina projeya xistina rêxistina terorê di warên kirdarî de.

Di wê barê de, rojnameya New Yor Taimsê îro roja sêşemê 30-4-2019`an ragihand ki peyvdara fermî ya serokê Amerîkayê Sara Zandirz dibêje; " Ji bo xistina rêxistina Êxwanên Muslimanan hewildaneke Amerîkayê heye."

Her weha di nûçeyeke rojnameya New Yor Taimsê de peyvdara serok Trump aşkire kir; "Serok Trump di barê xistina rêxistina Êxwanan bo nava lîsteya terorê li gel tmên xwe ên di ewlehiya neteweyî de û rêberên di navçeyê de ku xemxwerê neliheviya rewşa ewlehiyê ne gotûbêj kirî, ew kar wê rêxistinê bixe nava lîsteya terorê û ev jî ji erkên berheviyên navxweyî ye."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket