Tirkîye Dibêje Girtîyê Îmaretî Xwe Darve Kir

kurdistani 04:25 PM - 2019-04-29
Girtîgeha Sîlîvrî

Girtîgeha Sîlîvrî

Li gorî Dengê Amerîkayê ku karbidestên Tirk ragihand ku bergumanekî ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku li zindaneke Tirkîyê girtî bû, xwe darve kir û kuşt.

Di nûçeyeke xwe de, malpera Radyoya Dengê Amerîkayê dide xwuyakirin ku navê berguman Zekî Y. M. Hasan e û ew roja Yekşemê di hucreya xwe ya tekakesî ya girtîgeha Sîlîvrî de mirî hate dîtin. Daxuyanîya ofîsa dozgerîya Stenbolê ragihand ku zerevanên girtîgehê, dema xwest ku xwarin ji wî re bînin, rastî termê wî yê bê can hatin.

Di dirêjahiya nûîçeya Dengê Amerîkayê de wiha hatiye sernivîs; Dozgerî da zanîn ku lêpirsîna wê didome ku bizane sedema mirina Hasan çi ye. Karbidestên Tirk di 19’ê Nîsanê de ragihandibû ku wan du karmendên îstixbaratî li Stenbolê desteser kirine ku ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re dixebitîn. Wan dabû zanîn ku kesên desteserkirî li xwe mikûr hatine ku ew bi navê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, agahî derbarê hemwelatîyên Ereb dicivînin.

Di domahîka nûçeya malpera Dengê Amerîkayê de wiha amaje pê hatiye kirin; Tirkîye vekolîn didoman ku bizane peywendîya kesên desteserkirî bi kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî hebû yan ne. Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hevalbendeke nêzîk ya Erebistana Saudî ye û peywendîya wê bi Tirkîyê re di rewişeke xirab de ye.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket