KXK salvegera xwe ya 43`mîn pîroz dike

kurdistani 04:30 PM - 2019-04-27
Komeleya Xwendkarên Kurdistanê salvegera xwe pîroz dikin

Komeleya Xwendkarên Kurdistanê salvegera xwe pîroz dikin

Li Silêmaniyê Komeleya Xwendkarên Kurdistanê salvegera xwe ya 43`mîn pîroz dike.

Li zanîngeha teknîkî ya bajarê Silêmaniyê ku dikeve aliyê Çarçirayê, bi helkevta salvegera 43`mîn ya roja damezrandina Komeleya Xwendevanên Kurdistanê, merasîmeke taybet tê lidarxistin û tê de slavegera 43`mîn tê pîroz kirin.

Di roja yekşemê ango di roja 28ê nîsanê 2019`an li kolîja teknîkî ya zanîngeha Silêmaniyê, Komeleya Xwendekarên Kurdistanê dest bi merasîma pîrozkirina 43 saliya xwe dike.

Di wê barê de, berpirsê şaxê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê yê zanîngeha teknîkî yê li Silêmnaniyê Tiwana Seîd ji PUKmedia`yê re ragiahnd; "Wê roja yekşemê 28-4-2019`an li zanîngeha teknîkî ya Silêmaniyê di hola Nadî ya Civakî de, merasîma pîrozkirina salvegera 43 `mîn ya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê birêve biçe."

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Seîd dazan;" Wê ew merasîm bi gotara sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê dest pê bike û wê di wê merasîma pîrozkirinê de, berpirsên Komeleya Xwendekarên Kurdistan ên zanîngeh û peymangehan jî beşdarî di wê salvegerê de bikin."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket