Yekemîn şehîda pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de nas bikin

kurdistani 03:16 PM - 2019-04-27
Şehîd Rengîn Yusif

Şehîd Rengîn Yusif

Pakrewaneke bê nav û wundayî di nava jinên pêşmerge yên parêzgeha Silêmaniyê bi navê Rengîn Yusif he ye.

Gelo çir a va jina qehreman û jêhat û xwebexiş û ku jiyana xwe kir bi qurbana axa welat û doza rewa bi awayeke mezin û girîng dernakeve ser ragiahndin û na be bi rojeva kenalan û di slavegera şehîdbûna wê de, wek tê xwestin amaje pê naye kirin??

Li Başûrê Kurdistanê, di devera Raperînê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê de, jinên pêşmerge yên Kurdistanê di eniyên ceng û şer de, li dijî rêxistina terorê û ji bo parastina rûmet û abruya gelê Kurd û mirovatiyê û parastina axa pîroz a Kurdistanê şer dikin û bi xwîna xwe ya pîroz dara azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê av didin.

Di encama dilsozî û ji dil karkirin û xizmetkirin bi doza gelê xwe, pêşmergeya jin a efser Rengîn Yusif di hemû demê de, amadebûna xwe ji bo berevanîkirina li axa welat nîşan dida û pir dilgeş û rûxweş bû, heya ku şehîd dibe û şehîdbûna xwe ya di şerê li dijî DAIŞê de, bû bi şehîda jin a yekemîn ku li başûrê Kurdistanê di cenga li dijî terora DAIŞê de tevlî karwana pakrewan û nemiran dibe û dibe bi stêrkeke geş li ezmana welatê rojê û parêzvana rêya azadiya doza gelê kurd û Kurdistanê.

Di rastiyê de, yek ji pêşmergeyên jin ên Kurdistanê jî cîgira fermandariya fewca 2 a jinan neqîba pêşmerge "Rengîn Yusif" bû. Her weha pakrewana pêşmerge a jin a kurd Rengîn Yusif piştî birîndariyek giran di şerê li dijî terorîstên DAIŞ de roja 11/10/2014 tevîl kerwanê şehîdan bû, bi wê yekê jî şehîd Rengîn dibe yekem şehîda jin ya hêza pêşmerge, ku weku jineka pêşmerge a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mil bi mil li gel pêşmergeyên din ên mêr û jin di cenga li dijî terorê de,bi awayekî pir zelal û rastgo û ji dil, berevanî li ax û rûmeta niştimana Kurd û Kurdistanê dikir.


Wek tê zanîn ku piştî fermandara pêşmerge ya jin Rengîn Yusif birîndarbûna wê li sengerên bergîriya axa Kurdistanê li dijî rêxistina terorîst a bi navê DAIŞ û ji bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatibû şandin û tê de dihate dermankirin. Lê mixabin siba roja 11/10/2014`an,  neqîba pêşmerge ya jin fermandar Rengîn Yusif şehîd bû, bi wê yekê jî dibe yekem şehîda jin li nava hêzên pêşmerge li Herêma Kurdistanê.

Her weha dema ku şehîd Rengîn birîndar dibe di yekem roja cejna qurbanê de bû ku di dema bombardumana terorîstên DAIŞ li ser baregehên hêzên pêşmerge li navçeya Daquqê, parçeyekî guleyek li serê neqîba pêşmerge ya jin a kurd Rengîn Yusif ket û bi giranî birîndar bû, piştre rewaneya naxweşxaneya fryakevtinê ya bajarê Silêmaniyê hat kirin, di wê nexweşxaneyê de, ew xistin jêr çavdêriya hûr a pizîkî, lê mixabin ji ber giraniya birînên wê di roja 11/10/2014`an de, neqîba pêşmerge Rengîn Yusif li nexweşxaneyê şehîd bû.

Bi nêrîna min, eger ev efser Rengîn Yusif ya çi welatekî din bu ye, wê girîngiyeke pir taybet bidana wê, her weha di kenalên ragihandinan de, wê her rojeva wan bû ye, lê mixabin li Herêma Kurdsitanê, heya niha ti girîngiyeke wek tê xwestin, ji bo nasandin û lêgerîna li ser kar û xebata wê jina qehreman û jêhat tune ye.

Pêşniyara min ji fermandariya fewaca 2 ya pêşmergeyên jin a ser bi hêzên 70 ku bi serpereştiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye, akadîmiyeke leşkerî ya jinana bi navê şehîd Rengîn Yusif bê bi nav kirin û her weha xolên perwedeyî û dibistan jêî û baxên girîng jî bi navê wê pakrewanê bêne bi nav kirin û hemû salê salyada şehîdbûna wê bê saz kirin.


Hêjayî gotinê ye ku şehîd Rengîn dayîka 2 keça ye û keça wê ya biçûk jî 7 mehekî ye, lê belê bi hastên berpirsyartî û ji bo rûbirûbûna terorê şehîd Rengîn berê xwe daye çeperên bergîriya li axa pîroz a Kurdistanê û di wê riyê de, canê xwe û jiyana xwe beşiya bi axa pîroz ya welatê rojê ku Kurdistan e..

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket