Efrînî û xwezayî

kurdistani 02:27 PM - 2019-04-26
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Yekîtiya Efrîniyan bi xwezayî yê re, wek nînok û guş we ye, wek zarok û dayîk we ye, ji ber ku Efrînî di hundir avûbayeke sirûştî û xwezayî de jidayîkbûye. Jidayîkbûna di hundirî sirûşt û xwezayî de, gelek girîngiya wê he ye. Rastiya mirovan bi hev re girêdide, bi hev re jî zelal dike.

Jiyana Efrîniyan li her derê be, herdem di nava dar û daristan û bax û baxçeyan de ye, Efrînî nikarin di hundirî kamp an jî ordugehên taybet de bijîn û ti carî xwe sînordar nakin û ji xwezayî û sirûştê dûr naxin.

Efrînî bi xweza û sirûştê re jiyan vejandiye û her divejîne. Rastiya Efrîniyan bi hebûna xweza û sirûştê re tê naskirin û dirêjahî pê tê dayîn. Efrînî ango xwezayî. Efrînî ji bo xwe li her derê bin, hewlî avakirin û peydakirina xweza û sirûştê didin.

Wek tê zanîn ku li parêzgeha Silêmaniyê hejmareke mezin ji penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê hene, ji bo wan jî kampeke taybet li Barîkayê ya ser bi bajaroka Erbetê li jêrî bajarê Silêmniyê hatiye avakirin tako penaberên Rojavayê Kurdistanê tê de nîştecih bibin, lê di rastiya wê de, ji 15 hezar bo 20 hezar nîştecihên wê kampê hene, lê hejmara malbatên Efrînê 15 malbatan derbas nake.

Piraniya malbatên Efrînê li hundirî bajar û bajarokên ser bi Silêmaniyê ve nîştecih bûne. Wek di hundirî bajarê Silêmnaniyê de, her weha li Seyid Sadiq û Koyê û Raniya yê de bi kirê xanî ji xwe re girtine û tê de dijîn.

Hemû malbatên Efrînî di kar de ne, dest ji kasr bernadin û herdem di nava liv û tevgera karkirinê de ne û xaniyê ku wan li bajarê Silêmaniyê bi kirê birine ne kêmtir in ji 150 dolaran, lê ji ber ku ew herdem dixwazin bi azadî û bi serbestî bijîn, di kampan de nîştecih nabin û ji xwe re malan bi kirê digirin û bi erkên xwe jiyana xwe bi serdibin.

Dema ku ez li ser Efrîniyan dinivîsim, naye wê wateyê ku ez navçegerî dikim, na, na, ez dixwezim rastiya xelkên Efrînê û resentiya wan bidim naskirin ku piştî dagîrkirina Efrînê ew çiqas ketine nava aloziyeke mezin ku ji jiyana azad û serbest dûrketin û koçber û derbider bûn, lê dîsan ew li ber xwe didin.

Ji bo nimûne, li parêzgeha Silêmaniyê zehterê hişîn heye ku sûdeke pir mezin ji bo tenduristiya mirovan heye, her weha pir bi kar tê, dikeve hemû xwerinekê , lê heya ku Efrînî nehatibûn, ti kesî nizanî ew zeter çi ye û çi sûdên wê he ye. Her weha Miluxweyî jî bi qentaran li deşta Şarezûrê û Helebçeyê heye, lê heya ku Efrînî nahatibûn, ti kesî nizanibûn ev giya çi ye û ji bo çi bi kartê. Xelkên Seyd Sadiqê ew giya ji nava baxçeyên xwe jêdikirin û çe dikirin û jê re digotin ev jehre û mirîşkan dikuje.

Niha ewên ku di kampên Şahbayê de dijîn, ew di asta berxwedanê yê herî bilind de ne, ji ber ku ew di tevahuiya jiyana xwe de, azad û serbest bûn, ew xwedî mal û milik bûn, ew xwedî qesir û qonaq bûn, ew xwedî nav û kesayetî bûn.

Efrînî piştî dagîrkirina Efrînê, bê mal û milik man, bê kes û xwedî man, bê nav û deng man, bê jiyan û sirûşt man, lê dîsan li her derê bin, ew jiyana diafrînin, ew sirûştê peyda dikin û di avakirinê de herdem pêşeng in.

Ji ber ku Efrînî xwedî 25 milyon darên zeytûnan bûn, xwediyê 10 milyon darên henaran bûn, xwediyê 2 milyon darên çefteliyasn bûn, xwediyên 1 milyon darên gûzan bû. Xwediyên bax û baxçe û bîstanên renge bi reng bûn. Îro jî ji hemû tiştî bê beş bûne.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket