3`mîn salavegera buyera jiyanjidestdana dayîka pakrewanan

kurdistani 04:43 PM - 2019-04-25
ŞEHîD wESFIYE bENî wEYS

ŞEHîD wESFIYE bENî wEYS

3sal bi ser buyera nerihet a ku jiyana dayîka şehîd û nemiran ji holê rakir û tevlî karwana namiran kir, bi xemgînî û xembarî derbas dibe.

Nemira gelê kurd ê herdem di mêjk û hizrên me de zindî ye, Wesfiye Babnî Weys endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û berpirsa nivîsgeha Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Wasfiya Benî Weys, di roja 26-4-2016`an de, bi buyereke hatûçûnê, jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên kurd û Kurdistanê bû... Hezar silav li canpakiya wê be...

Pakrewan û nemira doza gelê Kurd, Wasfiya Benî Weys, li sala 1953`an, li bajarê Xaneqînê di taxa Mezre`eyê de, hatiye dine, bi xwe ji malbateke gelek welatperwer û Kurdistanî ye, yek ji malbatên herî xemxwerên bîrdoza netewaya Kurdiswtanî bûn, birayên wê, tevlî rêzên şoreşa netewî ya nuh li Başûrê Kurdistanê dibin, gelek fişar û zor û nerêkiya dadweriyê, ji aliyê rêjîma Êraqê ve, li dijî wê malbatê pêkhatiye û kok dest ji rastiya parastina doza gelê xwe ya rewa bernedan.

Nemira gelê kurd Wesfiya Benî Weys, salên destpêka xwendinê, li bajarê Xaneqînê bi dawî dike û piştre jî, ji ber xwendina zanîngehê, diçe bajarê Silêmaniyê û li wir tevlî xwendina zanîngehê dibe û di sala 1975 beşê kolîja wêjeli zanîngeha Silêmaniyê bi dawî dike.

Her weha ji sala 1974`an ve, peywendî bi Komeleya Rencedarên Kurdistanê ve kiriye û wek xebatkar û çalakvanekî jîr û jêhatî li nav bajar û civaka kurd li rêzên şoreşa nuh ya netewî a Başûrê Kurdistanê dest bi tekoşînê kiriye. Ev jî wek min li jor amaje bi wê yekê kir ku 3 birayên wê jî pêşmerge bûn û piştî ku tevlî xebata çiyaên Kurdistanê bûn, di wê bare de, rêjîma Êraqê malbata wê ango dayîk û bavê wê, ji Xaneqînê derxistin û bi dare zorê birin ber bi başûrê Êraqê nîştecîh kirin.

Di sala 1976 li bajarê Kelarê wek mamoste hat damezrandin û piştre jî, ji aliyê rêjîma dîktetor ve, ji Taslocuyê re hat şandin û li wir dest bi karên mamosteyetiyê kir.

Çalakiyên rêzgirtin li bîranîna Wesfiye Banî Weys ev in;

Silêmanî; Perde ji ser wêneya dayîka şehîdan hat rakirin

Perde li ser wêneya tekîşera Kurdistanî mamosteya nemir Wesfiye Banî Weyis hat rakirin.

Îro roja çarşemê, 25-5-2016`an,  li bajarê Silêmaniyê, di avahiya mekteba peywendiyên giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, perdeya rûmetê li ser wêneya tekoşera dêrîn ya Kurdistanî Wesfiye Benî Weys bi amadebûna endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hat rakirin.

Her di wê barê de, Karwan Elî Şamar ku lawê mamosteya nemir Wesfiye Benî Weyse di rûpela xwe ya fermî de, nûçeya rakirina perdeyê li ser wêneya dayîka Şehîdan weşandiye ku ew çalakî bi amadebûna Hîroxan Îbrahîm Ehmed û Şanaz Îbrahîm Ehmed û hejmarek ji berpirsên hizbî û hikûmî ew merasîma perde rakirina li ser wêneya dayîka Şehîdan birêve çû ye.

Hêjayî gotinê ye ku di roja pêncşemê 5-5-2016`an de, li Derbendîxanê jî, li ber tunêlê, wêneyeke mezin ya Dayîka Şehîdan mamoste Wesfiye Benî Weys ji aliyê çalakvanên wê deverê ve hat saz kirin û her weh li Raniya û Taslocû û îro jî li bajarê Silêmaniyê, perde li ser wêneyên mamosteya tekoşer hat rakirin..


Dibistana Wesfiye Benî Weys hat ragihandin

Li bajarê Silêmaniyê dibistana bi navê wesfiye Benî Weys li Aqarî hat vekirin.

Îro roja duşemê, 16-1-2017`an li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna berpirsên hikûmî û hizbî û rêxistinên sivîl dibistana bi navê Wesfiye Benî Weys hat vekirin.

Wesfiye Benîd Weys endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû û berpirsê mekteba şehîdan û enfalan bû, di rûdaweke hatûçûnê de, jiyana xwe ji dest da bû.


Ranya; Perde li ser wêneya mamosteya nemir Wesfiye Benî Weys tê rakirin

Çalakvanên Ranyayê, wêneyeke mezin ya mamosteya nemir Wesfiye Benî Weys li ber derbenda Ranyayê sazkirine û îro bi amadebûna malbata wê, perde li ser tê rakirin.

Ev jî deqa nameya vexwendina giştî ya çalakvanên bajarê Ranyayê ye.

Silav li we rêzdaran...

Ji bo Malbatên şehîdan ên ser bilind û berpirsên hizbî û hikûmî û welatiyên xweşdivî wek wefadariyek...

Sibê roja şemiyê 7/5/20 16 ' an, demjimêr 3 piştî nîvro, pere ji ser wêneya dayîka şehîdan mamoste ya nemir Wesfiye Benî Weys, li ber bag eh a derbenda bajarê Ranya yê tê rakirin.

Amadebûna we, rêzgirtine li giyana pak ya dayîka şehîdan e.

Hêjayî gotinê ye ku di roja pêncşemê 5-5-2016`an de, li Derbendîxanê jî, li ber tunêlê, wêneyeke mezin ya Dayîka Şehîdan mamoste Wesfiye Benî Weys ji aliyê çalakvanên wê deverê ve hat saz kirin.


Rêûresma salvegera dayîka şehîdan Wesfiye Benî Weys dest pê kir

Li bajarê Silêmaniyê, rêûresma salvegera dayîka şehîdan Wesfiye Benî Weys dest pê kir.

Îro roja çarşemê 26-4-2017`an, li bajarê Silêmaniyê di hola Talarê Hunerê de, rêûresma salvegera mamosteya nemir Wesfiye Benî Weys ku bi dayîka şehîdan tê bi navkirin, bi amadebûna cemawereke pir û ji nûnerên partî û rêxistin û berpirsên hikûmî dest pê kir.

Perde ji ser wêneya dayîka şehîdan hat rakirin

Çalakvanekî Ranyayê bi navê Kak Îdrîs ligel hinek hevalên xwe , wêneyeke mezin ya mamosteya nemir Wesfiye Benî Weys li ber derbenda Ranyayê sazkirine û duhî bi amadebûna malbata wê bi taybet lawê wê mamostre Karwan Şahmar, perde li ser hat rakirin.

Duhî roja şemiyê 7/5/20 16 ' an, demjimêr 3 piştî nîvro, perde ji ser wêneya dayîka şehîdan mamoste ya nemir Wesfiye Benî Weys, li ber bazgeha derbenda bajarê Ranya yê hat rakirin.

Her weha xelkên devera Dola Şawerê, Dola Akoyan, Berê Mergê û Dola Xweşnawiyan û sînorê Pêtewîn û peşderê ligeê berpirsên hizbî û hikûmî jî amadeyî wê merasîmê bibûn.

Hêjayî gotinê ye ku di roja pêncşemê 5-5-2016`an de, li Derbendîxanê jî, li ber tunêlê, wêneyeke mezin ya Dayîka Şehîdan mamoste Wesfiye Benî Weys ji aliyê çalakvanên wê deverê ve hat saz kirin.

Xerîb Hiso ; Em helwesta nemir Wesfiye ji bîr nakin

Nûnerê PYD`ê Xerîb Hiso ji malbata nemir Wesfiye re got; Em helwesta nemir Wesfiye ji bîr nakin.

Îro roja sêşemê,10-5-2016`an , bi armanca serxweşiyê, Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk serdana mala mamosteya nemir Wesfiye Benî Weys kir.

Her weha Nûnerê PYD`ê Xerîb Hiso û şandeya bi wî re, ji aliyê herdu lawên mamoste Wesfiye ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Di wê serdanê de, Xerîb Hiso amaje bi rola nemir mamoste Wesfiye kir û helwesta wê wek serkirdeyetiyeke çalakvan û xemxwerê gelê xwe ya derbarê parçeyên dî Kurdistanê jî bi mezin û girîng nirxand.

Hiso di berdewamiya axiftina xwe de, derbarê rola maoste Wesfiye de aşkire kir ku pêwîstiya gelê kurd bi kesayetiyên wiha heye ku xwedî li rastiya parastina soza rewa ya gelê kurd derkeve û xwedî helwesteke mezin û nîştimanperwer be.

Ji aliyê xwe ve jî herdu lawên nemir mamoste Wesfiye mamoste Rêbwar û mamoste Karwan Şamar spasiya serdana şandeya Rojavayê Kurdistanê kir û serkeftin ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xwestin ku yek ji awata dayîka wan ew bû ku di serkeftin û serfiraziya Rojavayê Kurdistanê de beşdar bibe û herdem mijolî rewşa Rojavayê bû û bi taybetî dema berxwedana Kobanê.

Hêjayî gotinê ye ku Serkirdeyeka Jin a leheng a Kurdistanî ku xemxwera hemû gelê Kurd û Kurdistanê bû, pir zûh ji nav me bar kir...

Endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û berpirsa nivîsgeha Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Wasfiya Benî Weys, bi buyereke hatûçûnê, jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên kurd û Kurdistanê bû...


Wêne; Ejîn Qadir- Hema Omar - Mihemed Xidir- Ehmed Mam Kak

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket