121`mîn salvegera rojnamegeriya kurdî

kurdistani 02:57 PM - 2019-04-23
121`mîn salvegera rojnamegeriya kurdî

121`mîn salvegera rojnamegeriya kurdî

Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê di hola Yelmaz Guney de 121 salvegera Rojnamegeriya Kurdî ango roja derçûna Rojnameya Kurdîistan dest pê kir.

Her weha peyamnêrê PUKmedia`yê ragihand ku çalakî bi amadebûna parizgerê Silêmanî û hejmareke rojnamevanên Kurdistanê û nivîskar û Rewşenbîr beşdar bûn ,destnîşan jî kir ku sekreterê şaxa Silêmaniyê yê sendîkaya Rojmanevanên Herêmê Kerwan Ewnwer gotarên xwe pêşkêş kir û li ser girîngiya vê ahangê û rewşa Rojnamevanan û zehmetiyên li pêş wan axifî.

Peyamnêr amaje bi wê yekê jî kir ku di çalakiyê de 5`rojnamevanên Kurd dê werin xelat kirin. Hêjay bîrxistinê ye ku di sala 1898`an de li ser destê Emîr Midhet Bedirxan yekem rojnameya Kurdî hate weşan .

YNKê 121 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz kir û pişgiriya xwe jî dupat kir.

Di belavokeke xwe de, bi boneya salvegera rojnamegeriya kurdî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 121`mîn salvegera rojnamegeriya kurdî pîroz kir û piştîvaniya xwe ji rojnamegeriya Kurdistanê re dupat kir.

Di belavoka politburoya YNKê de, bi boneya 121`mîn salvegera derçûna yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan li bajarê Qahîrayê paytexta Misrê ragiahmnd;" Germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû rojnamevanên kurdî kir û piştîvaniya xwe ji kar û xebatên rojnamegeriyê re dupat kir."

Derbarê girîngiya derçûna rojnameya Kurdistan, di belavoka politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de wiha hatiye ser nivîs; "Derçûna rojnameya Kurdistan ji aliyê mîrê Bedirxanan Mîr Medhet Bedirxan ve, bi serê xwe pêngaveke mezin û veguhertineke dîrokî ye, ji ber wê yekê jî, ev yada ne tenê ji bo rojnamevanan e, ew veguhertineke dîrokî di kar û xebatên siyasî û çandî yê gelê kurd û Kurdistanê de ye ku ber bi wergirtina mafên gelê kurd ên rewa ve biçin."

Di dirêjahiya wê belavokê de, politburoya YNKê wiha pê de çû;" Ji ber wê jî, em vê boneyê îro pîroz dikin û pêwîste em nirxandina ezmûnên berê jî û rexneyên avaker ji bo pêşxistina rojnamegeriya kurdî bikin û hemû kêmasiyan çareser bikin."

Di dawiya belavoka xwe ya pîrozbahiyê de ku bi boneya 121`mîn salvegera derçûna yekem rojnameya kurdî bi navê "Kurdistan", politburoya YNKê careke din germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû gelê kurd û rojnamevanên kurd kir.

Kosret Resûl; piştgiriya rojnamevanan erkê me ye

Cîgirê sekreterê YNKê Kosret Resûl piştgiriya rojnamevanan re ragihand.

Cîgirê sekerterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridastanê rêzdar Kosret Resûl Elî peyameke taybet ji bo roja rojnamegeriya kurdî arasteya hemû rojnamevan û medyakarên kurd kir û tê da wiha got; " Piştgiriya rojnamevanan erkê me ye".

Di wê peyamê de, bi boneya derçûna yekem rojnameya kurdî bi navê Kurdistan, cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî wiha derbarê pîrozbahiyên xwe ji rojnamvanan re anî ser nivîs;" Bi boneya 121`mîn salvegera roja rojnamegeriya kurdî , ez pîrozbahiyên xwe arasteya sercem rojnamevanên Kuridstanê kir û hêvî xwest ku herdem di pêşketin û berdewambûna kar û xebatên rojnamegeriyê de bin û her serkevtî û serfiraz bin."

Di peyama xwe de, Kosret Resûl tekez li ser derçûna yekemîn rojnameya kurdî ku beriya 121 salan li Qahîreyê bû ye ku malbata Bedirxan serbarî koçberiya wan ji Mîsrê re, dikarîn pêngaveke mezin yê dîrokî bavêjin û rojnameya Kurdistan amade bikin û biweşînin.

Talebanî: Roja rojnamegeriya kurdî pîroz kir

Qubad Talebanî: "Roja rojnamegeriya li tevahiya rojnamevanên kurdî pîroz kir."

Cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di peyameke xwe ya derbarê salvegera 121`mîn ya derçûna rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan peyameke pîrozbahiyê weşand tê de wiha got; "Rojnamevanên kurd mîratgerên Mîqdad Bedirxan û Hisên Huznî Mokriyanî û Pîremêrd û Îbrahîm Ehmed û ronakbîrên din ên kurd in."

Qubad Talebanî di dirêjahiya peyama xwe ya ji bo roja rojnamegeriya kurdî de wiha pê de çû û dazanîn; "Her ji bo wê jî, ji bilî rikberetî û neşîrînkirina hev du, pêwîste em bi rexneyên avakir û dilsozî ji bo xizmeta nîştimanî bikin."

Di heman peyamê de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi nêrîna xwe ji hemû medyayên kurdî re ki û ragiahndr; "Ez bi çavekî temaşeyî hemû mediyaya kurdî dikim û hemûyan bi ê xwe dizanim."

Di peyama xwe de, Qubad Talebanî wiha derbarê rexneyên babatî destxweşî li rojnamevanan kir; "Ez destxweşî li  li wan rojnamevan û medyakaran dikim ku bi rexne û bi dûvçûna babetî li ber çavan ronî kirin û kêmkurtî zelal kirin."

Hêjayî gotinê ye  ku yekem rojnameya kurdî, bi navê Kurdistan hat weşandin, di 22 Nîsana sala 1898`an de, li Qahîreyê derket û xwedîyê wê Miqdad Midhet Bedirxan bû. 5 jimareyên pêşîn li Qahîreyê derketin, hejmarên ji 6’an heta 19’an li Cenovayê derketin, hejmarên ji 20’î heta 23’yan jî dîsa li Qahîreyê, ya 24’an li Londonê, yên 25 û 29 li Folkstonê, li başûrê Londonê, yên 30 û 31’an jî li Cenovayê bi destê Ebdilrehman Begê, birayê Miqdad Beg derketin.  Hejmarên rojnameya Kurdistanê, ji bilî hejmarên 10, 12, 17, 18 û 19`an, li pirtûkxaneya Marorka Almanyayê tên parastin. Rojnameya Kurdistanê ji 22’yê Nîsana 1898`an de heta 14’ê Nîsana 1902’yan weşana xwe bi peryodên navberdayî domand û bi giştî 31 hejmar derketin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket