YNKê 121 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz kir

kurdistani 06:46 PM - 2019-04-22
YNKê 121 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz kir

YNKê 121 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz kir

YNKê 121 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz kir û pişgiriya xwe jî dupat kir.


Di belavokeke xwe de, bi boneya salvegera rojnamegeriya kurdî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 121`mîn salvegera rojnamegeriya kurdî pîroz kir û piştîvaniya xwe ji rojnamegeriya Kurdistanê re dupat kir.

Di belavoka politburoya YNKê de, bi boneya 121`mîn salvegera derçûna yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan li bajarê Qahîrayê paytexta Misrê ragiahmnd;" Germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû rojnamevanên kurdî kir û piştîvaniya xwe ji kar û xebatên rojnamegeriyê re dupat kir."

Derbarê girîngiya derçûna rojnameya Kurdistan, di belavoka politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de wiha hatiye ser nivîs; "Derçûna rojnameya Kurdistan ji aliyê mîrê Bedirxanan Mîr Medhet Bedirxan ve, bi serê xwe pêngaveke mezin û veguhertineke dîrokî ye, ji ber wê yekê jî, ev yada ne tenê ji bo rojnamevanan e, ew veguhertineke dîrokî di kar û xebatên siyasî û çandî yê gelê kurd û Kurdistanê de ye ku ber bi wergirtina mafên gelê kurd ên rewa ve biçin."

Di dirêjahiya wê belavokê de, politburoya YNKê wiha pê de çû;" Ji ber wê jî, em vê boneyê îro pîroz dikin û pêwîste em nirxandina ezmûnên berê jî û rexneyên avaker ji bo pêşxistina rojnamegeriya kurdî bikin û hemû kêmasiyan çareser bikin."

Di dawiya belavoka xwe ya pîrozbahiyê de ku bi boneya 121`mîn salvegera derçûna yekem rojnameya kurdî bi navê "Kurdistan", politburoya YNKê careke din germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya hemû gelê kurd û rojnamevanên kurd kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket