Merasîma dabeşkirina xelatên festîvala Gelawêjê dest pê kir

kurdistani 05:20 PM - 2019-04-20
 xelatên festîvala Gelawêjê dest pê kir.. wêne; Kurdsatnews

xelatên festîvala Gelawêjê dest pê kir.. wêne; Kurdsatnews

Li bajarê Silêmaniyê, Merasîma dabeşkirina xelatên 22`mîn festîvala Gelawêjê di hola Tawerê de, dest pê kir.

Di dawiya 22`mîn festîvala Gelawêjê ya salane de, îro ber hêvarê xelatên kesên ku şayistin ji aliyê lîjneyê ve hatin dabeş kirin. Ew kesên ku wergirtine bi vê rengî li xwerê bişopînin.


Xelata yekemîn ya lêkolînê ji bo Hîwa Kerîm Hisên hat pêşkêş kirin

Xelata duyem ya lêkolînê ji bo Heme Mentik hat pêkêş kirin

Xelata siyam ya lêkolînê ji bo Îsmaîl Gerdî hat pêşkêş kirin

Çîrok û helbestên Behdînî

Xelata yekem ji bo Îsmaîl Şukrî hat pêşkêş kirin

Xelata duyem ya helbesta Behdînî ji bo Îsmet Mihemd Bedir hat pêşkêş kirin.

Xelata siyam ya Çîrok û helbesta Behdînî ji bo Dilêr Kemal Ehmed hat pêşkêş kirin

Çîrok

Xelata Yekem ya çîrokê ji bo Belên Sabîr Omer hat pêşkêş kirin

Xelata duyem ya çîrokê ji bo Renc Resûl hat pêşkêş kirin

Xealta siyam ya çîrokê ji bo Helmet Resûl hat pêşkêş kirin

Ji bilî wê ku xelatên festîvalê ji bo nivîskar û ronakbîrên din jî hatin dayîn û bi vê rengî 22`mîn festîvala Gelawêjî îsal jî bi dawî hat.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket