Kosret Resûl; Em li ser hevpariya rasteqîne kar dikin

kurdistani 05:18 PM - 2019-04-20
Kosret Resûl û Hakan Kerecay

Kosret Resûl û Hakan Kerecay

Di hevdîtina bi konsilê Tuirkiyeyê re Kosret Resûl ragihand; Em li ser hevpariya rasteqîne kar dikin.

Îro danê nîvrû 20-4-2019`an li bajarê Silêmaniyê, cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî  pêşwazî li konsilê giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Kerecay û şandeya bi wî re kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser rewşa giştî yê siyasî li Herêma Kurdistan û Êraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin. Her weha derbarê pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû û terên din gotûbêj û şirove ji aliyê her du aliyan ve birêve çû.

Her weha cçgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî tîşk xist ser pilanname û bernameya YNKê ya derbarê hikûmraniya ku li Herêma Kurdistanêmheye  û tekez li ser wê yekê kir ku ew di biryarê hevpariya di hikûmeta dahato ya Herêma Kurdistanê de sûrin û wê her bi wê biryarê di kar de bin ku ew wê hevpareke rasteqîne bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket