Kurdistanî New; Pirtûka Olima Hat nasandin

kurdistani 11:41 AM - 2019-04-16
 Pirtûka Olima Hat nasandin

Pirtûka Olima Hat nasandin

Semînareke nasandinê ya derbarê pirtûka Olima ji nivîsên nivîskar Elî Şemdîn birêve çû.

Îro roja sêşemê 16-4-2019`an li bajarê Silêmaniyê di hola Salona Kurdistanî New de, bi beşdariya hejmarek ji siyasetvan û rojnamevan û ronakbîr û nivîskarên kurd, semînareke derbarê nasandina pirtûka Elî Şemdî ku bi jiyanameya tekoşerê Kurdistanî Ebdurihman Zibêhî hate lidarxsitin.

Di destpêka semînarê de, sernûserê rojnameya Kurdsitanî New û serperştyarê Salona Kurdistanî New Stran Ebdula bi xêrhatina mêvanên wê semînarê kir û tev vexwendin ji bo rawestandin li ser giyana pak ya pakrewanên doza gel kurd û KurdistaNê kir, piştre jî, kak Stran derbarê girîngiya pirtûk û ew kesayetiya kurdê Rojhilatê Kurdistanê ku xiameta perçeyên din ên Kurdistanê kiriye axivtina xwe pêşkêş kir.

Piştî bi dawîbûna axivtina vekirina semînarê ji aliyê mamoste Stran Ebdulah ve, nivîskarê pirtûka mamoste Elî Şemdîn derbarê xebatkar û tekoşerê Kurdistanî nemir Ebdurihman Zibêhî de, nêrînên xwe bi zelalî anî ser ziman ku çawa nemir Ebdurihman Zibêhî (Olima) li Rojhilat û Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest bi kar û xebat û tekoşîna xwe ya neteweyî kiriye û rola wî li geşekirina bîrdoza damezrandin û ragihandina yekemîn partiya kurdî ango tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûriye) tev bi ronakî û zelalî anî ser ziman.

Elî Şemdîn peywendiyê nemir Olima bi Mam Celal û Ebdulhemîd Derwîş û hemû endamên damezrênerê yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê wek Dr. Xelîl Mihemd Ebdula, Şewket Nasan, Mihemd Elî Xoce, Reşîd Hemo û Cîger Xwîn û Hemze Newêran şirove kir.

Nivîskar Elî Şemdîn ku endamê serkirdeyetiya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê, di heman demê de, nûnerê wê partiyê li Herêma Kurdistanê ye, wek wefadariyek ji tekoşerê Rojhilatê Kurdistanê cafa di ber wê pirtûkê de dibîne tako bikaribe hinek ji mafê wî tekoşerî Kurdistanî bide û wiha dest bi pirtûka xwe dike tako bibe bi belgeh ji dîrokê re.

Piştre jî mêvanên beşdarbûyî semînarê nêrîn û dîtên xwe derbarê pirtûk û nivîskarê pirtûkê û tekoşerê kurd nemir Ebdurihman Zibêhî de anîn ser ziman û dest bi wajokirina pirtûkan ji aliyê nivîskarê pirtûka Zibêhî mamoste Elî Şemdîn ve hat kirin ku bi ser mêvanên semînarê de hatibûn dabeşkirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket