Dêra Notre Dame ya Parîsê şewitî

kurdistani 08:33 AM - 2019-04-16
Ajansan

Ajansan

Dêra Cathedral - Notre Dame ya Parîsê bi awayekî pir bihêz şewitî ku cihê mixabinê tevahiya cîhanê ye.

Duh roja duşemê 15-4-2019`an, ber hêvarê li Parîsê paytexta Firansayê, Dêra herî navdar û girîng  ya bi navê Cathedral of Notre-Dame agireke pir bi hêz pê ket di encamê de ziyaneke pir mezin lê ket.

Dêra herî mezin û girîng yê Ewropayê bû

Wek tê zanîn ku Dêra Notre Dame wek yekemîn dêre di Firansa û tevahiya Ewropayê de ku kevintirîn û dêrîntirîn Dêre li ser asta Ewropayê ku di sala 1163 zayînê de hat avakirin  ku salane bi qasî 13 milyon kesan hem bi mebesta geştyariyê û hem bi armancên olî û pîrozbahîkirinê serdana wê Dêrê dikirin û bi pîroz didîtin û xwedî lê derdiketin.

Ew dêr ya xirstiyanên Catholic ku hejmareke pir mezin ji Ewropiyan alîgirtiya wê riya olî dikin, dêra Notre Dame ji xwe re wek destkevteke dîrokî didan nîşandan û bingeheke wan ya çandî û ronakî û olî û nîştimanî bû. Di hemû merasîmên nirxdar ên salyad û salvegerên girîng û girêdayî welat û nîştiman û ol, tev li dêrê dihatin birêve birin û lidarxistin.

Dêr cihê merasîmên nîştimanî girîng yê Firansayê bû

Di wê Dêrê de, hemû merasîmên fermî ên Firansayê birêve diçin ku yek ji girîngtirîn û mezintirîn merasîm di dîroka Firansayê û Ewropayê de bû, merasîma herî bi navûbang ku tê de bangawaziya 3`mîn operasyona Xaçperestiyê di sala 1185`an de, tê de hatibû kirin ku ev yek bibû nexweşiya û nerazîbûna mislimanan û navê wê Dêrê ji Mislimanan re pir giran û wek cihê şer û ceng dihate bi navkirin.

Her weha dema ku Împeratorê mezin yê Firansayê yê herî navdar û bi lîmet ku piraniya cîhan wê nas dike (Napoleon Bonaparte) hat bi erkkirin û xelatkirin her di hundirî Dêra Notre Dame de bû ku di sla 1804`an birêve çû bû. Li gel wê jî, her merasîmeke girîng ku girêdayî netewe û nîştimana Firansayê be, an jî girêdayî ola xiristyana Catholic be, di hundirî wê Dêrê de birêve diçe.

10 zengilên Dêrê yek ji wan 13 ton e

Cathedral - Notre-Dame ku mezintirîn û girîngtirîn Dêre di Firansa û Ewropayê de, di hemû Dêra Cathedral - Notre-Dame de, 10 zengilên cur bi cur hene ku di sala 1681`an de hatine sazkirin, ji wan 10 zengilan, zengileke pir mezin û giran û balkêşe ku giraniya wê zengilê 13 ton e, bi navê Emmanuel e.

Ji ber giraniya zengilan, 9 zengil ji karxistin û tenê zengila mezin ya bi navê Emmanuel hîştin tako di dema aheng û merasîmên cur bi cur bikarbînin, ji ber ku hejmara zzengilan wê giraniyeke mezin çêbike û bibe sedema hejîn an jî têkçûna Dêrê.

Di sala 2012`an de, bi riya projeya nûjenkirinê ya ku bi nirxa 2 milyon Uroyê, 4 zengilên kevin ên ku bi burca bakur ve hatibûn daleqandin hatin jêkirin û li hemberê wê, 9 zengilên din ên nûh delaqandin û êdî bi kartînin.

Helwesta serokê Firansayê....

Her weha piştî ku agir bi Dêrê ket, serokê Firansayê Emmanuel Macron serdan Dêrê kir û li ber deriyê Dêrê ji rojnamevanan daxuyaniyek da û tê de anî ser ziman ku Dêra Notre Dame li cem gelê me pir girînge û cîhê dîrok, wêje, ceng û azadî ya welatê me Fransa ye.

Di dirêjahiya axivtinên xwe de Emmanuel Macron wiha got; "Dibê em serbilind bin, ji ber ku temenê vê Dêrê bêhtir ji 800 sale, ango beriya 800 salan me ew Dêr mezin û girîng ava kiribû. 

Macron aşkire kir ku ewê hewil bidin bi zuhtirîn dem, Dêra Cathedral - Notre Dame gî ji kokê ve ava bikin tako ew dîrok dirêjahî pê bê dayîn."

Karsazekî Firansî 100 milyon Euro pêkêş dike

Wek di ragihandinên Firansayê de hate ragiahndin ku hejmareke ji karsazên wî welatî dest bi kempînên komkirina alîkarî û bexşîna pereyan tako ji nû ve dêrê ava bikin û ji berê nûjentir bikin. Yekek ji wan kesên dewlemend û karsazê Firansî ku bi navê  (François-Henri Pinault) naskiriye ragiahnd; Ew wek kes û ji xwe ve bê ku kes ji wî tiştekî bixewze, ewê ji bon proseya avakirin û nûjenkirina dêra Notre Dame bi qasî 100 mîlyon Euro pêşkêîş bike û eger hat xwestin wê bêhtir jî bide tako dêr wek berê û baştir bê avakirin.

Hêjayî gotinê ye ku dewlemendê navdar yê Firansayê (François-Henri Pinault) jidayîkbûna sala 28-5-1962 ye. Serokê encûmena kompaniya CEO of Kering ya Firansî a binavûbange ku yekek ji girîngitirîn û mezintirîn kompaniya Firansayê ye. derçûyê kolîçja Firansayê ya Kargêrî û Aborî ya sala 1985`an.

Alîgirên opozisyona Sûriye dilgeşiya xwe nîşandan

Lê wek ku alîgirên ser bi opozisyona Sûrî bi taybet Koalisyona Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve tê destekkirin ve, derbarê buyera şewtandina Dêrê de, kêfxweşiya xwe tînin ziman û çi di facebook û çi di Twitterê de be, bi aşkireyî dibêjin aqubet li Burcê Êvilê be û gelek cihên din be.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket