Silêmanî; Zevî bi ser malbatên şehîdên şerê DAIŞê de hat belavkrin

kurdistani 04:45 PM - 2019-04-15
.

.

Li bajarê Silêmaniyê, Zevî bi ser malbatên şehîdên şerê li dijî DAIŞê de hat belavkrin

Îro roja duşemê 15-4-2019`n li bajarê Silêmaniyê,  bi amadebûna berpirsên hikûmî û nûnerên hizbî û rêxistinên sivîlî, 840 perçeyên zevî bi ser malbat û kesûkarên şehîdên şerê li dijî DAIŞê de hat belavkirin.

Ew destpêşxeriya ku ji bo dabeşkirina 840 perçeyên zevî bi ser malbat û kesûkarên şehîdan re bû ye, ji aliyê fermandariya pêşmerge û Dije Teror û razîbûna parêzgarê Silêmaniyê û bi hewil û hîmeta rêvebiriya nahiya Bekrecu û serok şaredariya Silêmaniyê û encûmena bajirvaniya Silêmaniyê û rêvebiriya tomarkirina xanuber 1-2- yê Silêmanî û hemû dilsozên din ew pêşniyara pêkhat û kete pêngavên bi cihkirinê û îro dest pê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2014`an de, piştî derketina terorîstên DAIŞê gelê kurd neîçqar ma ku zarokên xwe bişîne cenga li dijî terorîstên DAIŞê tako şerê wan ji navçeyên kurdî bê dûrxsitin, lê di encamê de, bêhtir ji 8000 welatî û pêşmergeyên kurd şehêîd bûn her weha 5000 jin û zarokên kurdên Êzîdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin revandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket