Dêr vegerandin baregehên leşkerî û Êzidî bi hinceta”Kafir in” serjêkirin-3


14/4/2019 17:49:00
Çapkirin
     ANHA

Li Girê Spî Ermenî hatin revandin, milkên wan hatin talankirin û dêrên wan hatin hilweşandin. Bi dehan Êzidî jî li ser destê Artêşa Tirk û çeteyên wê (DAIŞ û El-Nusra) hatin kuştin û gundên wan hatin şewitandin.  Li Til Temirê jî 35 gundên Asûriyan hatin wêrankirin û şewitandin, bi dehan Xiristiyan hatin kuştin û 250 kes jî hatin revandin.

Dewleta Tirk hewl da û heta niha jî hewl dide Girê Spî bike dergeha stratejîk a destekdayîna çeteyên DAIŞ û El-Nusra li herêmên Reqa û Dêrazorê û di navbera Cizîrê û Kobanê de qut bike. Her wiha bajarê Serêkaniyê kir hedefa xwe, da ku destekê bide DAIŞ û El-Nusra li herêma Cizîrê û jiyana hevbeş a gelan têk bibe. Lewra dewleta Tirk di sala 2013’an de bi sedan çeteyên Cebhet El-Nusra amade kir û ji dergehê xwe hîşt ku çete êrîşî bajarê Serêkaniyê bikin. Her wiha bi destekdayîka istixbaratên xwe, çeteyan êrîşî bajarê Girê Spî yê li ser sînorê Tirkiyê kir.

Li Girê Spî dêrên Ermenan bûn bargehên DAIŞ`ê

Piştî binpêkirina agirbestê, çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê di sala 2013`an dest bi êrîşên li ser bajarê Girê Spî kirin. Çeteyan bi taybet li taxên Kurdan, dest bi kuştin, revandin û wêrankirina mal û milkên welatiyan kirin. Di heman demê de, çeteyan Ermen, Turkmen û Erebên ku li dijî avakirina qaşo Îmaretek Islamî derdiketin, kirin hedefa xwe. 

Çeteyan zêdetirî hezar şêniyên Kurdan û malbatên Ermenî yên Girê Spî revandin û yên mayî jî ji ber hovîtiya wan koçber bûn. Çeteyan malên wan teqandin. Li Girê Spî bi dehan malên Ermeniyan û dêra wan a Orthodox hebûn. Çeteyan tiştên pîroz ên Xiristiyanan şewitandin û dêra wan kirin bargeha xwe ya perwerdkirina “Şerî”û cihê fermandariya xwe.

Ermeniyê bi navê Serkîs Xacîr li Girê Spî şahîdiya hovîtiya çeteyan kiribû. Xacîr gelek agahî dan. Çeteyên DAIŞ’ê zindanek di hindirê dêrê de avakirbû. Her wiha dibistana Ermeniyan kiribûn cihê perwerdeya Şerî û serjêkirina mirovan. Her wiha bi dehan terorîstên ku di destê  QSD`ê de girtî ne,  ji ajansa me re behsa peywendiyên bi istixbaratên Tirkiyê re û mekanîzmeya derbasbûna awayekî fermî di rêya dergehê Girê Spî re, kirin.

Li Serêkaniyê wêrankirina dêran

Heta niha şopên êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarê Serêkaniyê hene. Bi dehan belgeyên ku destekdayîna Tirkiyê ji êrîşên li ser bajar ispat dikin hîn jî zindî ne. Çeteyan sûcên şer li dijî bajarê dergûşa şaristanî û çandî yê cîhanê ye, mozaîka gel û olan e, pêk anî.

Hejmara Ermen û Suryan di bajarê de, dema şoreşê  nêzî 150 malbatî bû û dabeşî 4 mezheb û taîfan di bûn. Di bajarê de, sê dêrên bi navên Dêra Mar Toma Resûl a Suryanên Orthodox, dêra Meryem Mecdeliya a Suryanên Katolîk û Dêra Ermenan. Ermen û Suryan dema êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Xerebe El-Şam rastî koçberkirina bi darê zorê hatin û her sê dêrên wan hatin şewitandin. Di heman demê de, gelek ji wan di nav de ciwanên bi navê Yonan Qestentîn û Marko Hakob hatin revandin.

Di Kanûna 2012`an de, çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digritin, malên Xiristiyanên Serêkaniyê yên ku komber bûbûn dizîn. Êrîşî Dêra Suryan û Dêra Ermenan kirin û tiştên têde şewitandin. Her wiha dibistana Suryan jî xerab kirin. Di heman demê de, bi dehan Xiristiyan bi hinceta hevkariya wan bi Rejîmê re heye, revandin.

Li Serêkaniyê kuştina Êzidiyan û şewitandina gundên wan

Êzidî ji niştecihê herî kevnar ên li bajarê Serêkaniyê û gundên wê ne. Di bejahiya Serêkaniyê de, 15 gundên Êzidiyan hene. Her wiha di bajar de jî, li taxa Zeredeşt a rojhilatê bajêr bi awayekî zêde hene.

Çeteyên DAIŞ û Cebhet El- Nusra di 17`ê Tebaxê de, di deriyê Tirkiyê re û ji aliyê Girê Spî ve êrîşî gundê Esediyê yê Ezidiyan kirin. Esediyê 6 km dikeve başûrê bajarê Serêkaniyê. Çeteyan bi çekên giran derdora gund girtin û ji wan xwestin ku bibin musilman. Şêniyên gund daxwaza wan red kirin. Çeteyan piştre gule li gund reşandin û di encamê de şer di navbera çete û gundiyan de derket. Di encamê de, piraniya şêniyên gund reviyan, çeteyan welatiyê bi navê Elî Biro revandin û bi awayekî hovane ew qetil kirin. Beriya wê jî, çeteyan birayên wî Murad Sedo û Mustefa Îyo revandin û ew jî qetil kirin. Di heman demê de, çeteyan gund bi giştî şewitandin.

Piştî êrîşa li ser Esediyê, çeteyan êrîşî gundê Derdara yê Êzidiyan kirin û Êzidî neçar man ku jê koçber bibin. Her wiha çeteyan bi hinceta ku Êzidî “Kafir in” gundê Çava yê Êzidiyan ê rojhilatê bajar şewitandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundên navbarî nêzikî sînorê Tirkiyê ne û çeteyan axa Tirkiyê ji xwe re kiribûn nuqteyan destpêkirina êrîşan.

Her wiha çeteyan di êrîşa xwe ya 2013`an de, piştî ku welatiyê bi navê Selah Îyo yê ji taxa Zerdeşt  û yekî din revandin, Selah Îyo li derketina gundê Elok a rojhilatê bajarê kuştin. Welatiyê bi navê Hesen Xabûr ê ji gundê Lezga yê Êzidî, di dema koçberbûnê de bi mayîna çeteyan hat kuştin. Şêniyê bi navê Nîdal Ebas ê ji gundê Til Binat dema hewl dida ji çeteyan bireve, tê revandin û piştre wî dikujin.

Li Til Temer 35 gundên Aşûriyan hatin şewitandin, li Tirbespiyê dêrên Êzidî û Suryanan di hedefa êrîşên artêşa Tirk de bûn

Di dawiya sala 2012`an de, ango bi destpêkirina êrîşên komên qaşo navê Artêşa Azad li xwe dikin, li ser herêma Cizîrê, çeteyan beşek ji bejahiyên Hesekê, Serêkaniyê û Til Temir dagir kirin. Çeteyan li ser rêya disekînin û sivîl direvandin. Çeteyan sala 2013`an de gelek caran Xiristiyan li ser rêya sereke ya di navbera Til Temir, Reqa û Helebê de kirin hedefa êrîşên xwe û gelek caran erebeyên wan disekinandin. Heqaret li wan û olên wan dikirin. Di 23`ê Sibata 2015`an de jî, çeteyên DAIŞ`ê êrîşî herêma Xabûr a bejahiya Til Temirê ku 35 gundê Aşûrî di nava xwe de dihewîne, kirin. Çeteyan 200 Aşûrî di nav de jin û zarok hebûn revandin û ew birin herêmên Şedadê û Reqa. Her wiha çeteyan gundên wan wêran kirin, dêr û gorên wan şewitandin.

Tirbespiyê.. Rêyên gundên Êzidî û Xiristiyan bi xeter bûn

Wekî tê zanîn Tirbespiyê bi mozayîkbûna xwe tê naskirin. Li vir ol û etnîkên cûda hene. Herî zêde Suryan û Êzidî li pêş in. Gundên Suryan û Êzidî yên li ser sînor ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ji niştecihên wî hatin valakirin. Mînakên vê yekê gundên Mele Ebas, Til Xatûnkê, Zorava, Xiwêtila û Til Cihan ku Kurdên misliman, Êzidî û Suryan lê dijiyan hatin valakirin.

Di sala derbasbûyî de gundê Til Cihan zêdeyî 10 caran bû hedefa artêşa Tirk a dagirker. Di 6‘ê Mijdara 2018‘an de artêşa Tirk a dagirker sivîl û dêra gund bi gule û hawnan kir hedef. Di encamê de ziyan gihişt dêrê û erebeya sivîlekî. Di  heman demê de tirs di nava şêniyên gund de çêkir. Şêniyên ku zeviyên wan li ser sinor in nikarin ji ber êrîşên dewleta Tirk biçin nava zeviyên xwe. Di 2‘ê Mijdara 2018‘an de welatiyekî dema di rêya gundê Til Cihan re derbas dibû, ji aliyê artêşa Tirk ve hate hedefgirtin û hate kuştin.

Li herêma Ceraha Başûrê Tirbespiyê ya nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê zêdeyî 20 gundên Xiristiyan û Êzidî hene. Gelek caran şêniyên van gundan neçar dimînin ku bi şev di rêya sereke ya li beramberî sînor bi kar neyînin, ji ber tirsa ji êrîşên leşkerên Tirk. Şênî neçar dimînin ku rêyên din ên biçûk bikar bînin.



(kc)

PUKmedia_ANHA


 

MSDê bi wezareta derva ya Amerîkayê re civiya


Encûmena Sûriye Demokratîk (MSD)ê bi wezareta derva ya Amerîkayê re civiya.

Di wê barê de, kordînesyonê ragihandina MSDê li...


»  Akam Elî kurdekî penaber wek palawan hat naskirin
»  Almanya; Buyereke hatûçûnê 4 Efrînî birîndar bûn
 

Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû


Di hevpeyvîneke xwe de, sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye PYDK.S Mihyedîn Şêx Alî  ji PUKmedia`yê re da zanîn...


»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
 

Zarokeke Efrînî; Mam Celal parêzvanê zarokan bû


Nêrîna zarokeke Efrînî ku wek çalakvaeneke Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê tevdigere Vejîn Murşid Efrînî jî...


»  Hevbîr û hevdozê Mam Celal Adil Murad ji bîr na be
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû

Karîkator