Mafê mirova; Enfal qirêjtirîn tawane li dijî kurdan

kurdistani 05:10 PM - 2019-04-14
Birîna Enfalan naye ji bîrkirin

Birîna Enfalan naye ji bîrkirin

Mafê mirovan ya Êraqê wiha Enfal nirxand; Enfal qirêjtirîn tawane li dijî kurdan pêkhatiye.

Endamê komisyona mafê mirovan ya Êraqê Dr. Besme Mihemed Misetefa kuştin û jinavbirina gelê ku bi riya operasyonên Enfalan qirêjtirîn û metirsîdartiîn tawan ku Sedam Hisên li dijî gelê kurd kiriye nirxand.

Di belavokeke xwe de ku ji bo 31`mîn salvegera tawanên rêjîma Ba`es li dijêî gelê kurd bi navê Enfalê pêkaniye de, Komisyona Mafê Mirovan ya Êraqê ku wêneyek bi dest PUKmedia`yê ketiye tê de hatiye ku rêjîma Sedam Hisên yê tawanbar bi riya operasyonên jinavbirina gelê kurd di bin navê Enfalan ku ji sûretên Quranê bikaraniye û rewa kiriye ku tawanên mezin li dijî gelê kurd bike û bêje ev ji Quranê hatiye.

Di wê belavokê de, Besme Mihemed amaje bi wê yekê kir ku serbarî ku 30 sal bi ser tawanên Enfalan re derbas bû ye, hîn jî gelek ji gelê kurd bi tazybetî malbatên wan kesên ku di operasyonên Enfalan de jinavçûne li benda vegera kesên xwe ne, an jî bi dûv belgeyan digerin tako biselmînin ku çarenivîsa kesên wan çi bi serhatiye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket