Mehdî; Enfal tawaneke bê wêne ye li dijî kurd bû

kurdistani 04:27 PM - 2019-04-14
Serokwezîrê Êraqê Dr. Adil EbdulMehdî

Serokwezîrê Êraqê Dr. Adil EbdulMehdî

Mehdî di salvegera Enfalan de nîgeraniya xwe anî ser ziman û şermezar kir.

Serokwezîrê Êraqê Dr. Adil EbdulMehdî derbarê helwesta xwe ya bi boneya 31`mîn salvegera kokujî û kerseta herî mezin ku li dijî gelê kurd pêkhatiye de wiha got; "Enfal tawaneke bê wêne ye li dijî kurd bû."

Di gotareke serokwezîrê Êraqê de ku bi navê wî ji aliyê Mehdî Alaq ve di merassîma 31`mîn salvegera keresata Enfalan li navçeya Germiyanê hatiye xwendin, aşkire kir ku Komkujiyên Enfalan bû sedema jinavbirina 182 hezar welatiyên kurd ê bê guneh û beşeke din jî bi darê zorê ji navçeyên wan koçber kir.

Her weah serokwezîr Dr. Adil EbdulMehdî di dirêjahiya gotara xwe de wiha nivîsiye; "Em bi asta xemgînî û komhujiyên ku gelê kurd tê de derbasbûye dizanin û pê dihesin ku ew birîn ti carî nauye dermankirin û ev li ser stuyê me ye ku em tev hewil bidin ku ew gorên bi komî vekin û rufatên qurbaniyan ji bo warê wan yê resen û ji malbatên wan re vegerînin".

Di dawiya gotara xwe de, Mehdî daxwaz kir ku  pir bi lez û berfereh dest bi lêgerîna gorên bi komî bikin takovegerînin bo malbatên wan û xizmetekî baştir ji wan re pêşkêş bikin û spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku xizmetî malbatên Enfalan dikin û xwedî li wan derdikevin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket