Serokkomar: Dewleta zulm û neheqiyê namîne

kurdistani 10:12 AM - 2019-04-14
Serokkomar: Dewleta zulm û neheqiyê namîne

Serokkomar: Dewleta zulm û neheqiyê namîne

Serokkomar ê Êraqê Dr.Berhem Ehmed Salih di heyama axaftina xwe de, li Museneyê serxweşiya xwediyên Enfalan li Çemçemal û Germiyan û dola Çaveyîtî û Berzan û Ehwar û Mehewîl û Semewe kir, tekez jî kir ku divê Êraqa nûh  sucên ku bi serê Êraqiyan hatiye ji bîr neke.

Her weha di dirêjiya axaftina xwe de Serokkomar aşkire kir ku serkeftina bindestan dê bi riya nevegera zilm û zordariyê û qerebûkirina xwediyên Enfalan be,divê ku em li dijî gendeliyê ku ziyanê dighîne welatiyan û pirojeya niştimanî bisekinin û ji bo avakirina Êraqeke nûh ku Enfalkirin û gorên bikomî têde dubare nebin bixebitin û ev sozek ji Kurd û Ereb û Xiristiya û Tirkman û Sune û Şîa û hemû pêkhatên Êraqê re ye.

Salih amaje bi wê yekê jî ku di van kiliyên dîrokî de divê ku em tekez li ser yekbûna Êraqiyan bikin da ku Êraqeke Demokrat ava bikin û got jî niha li vê deverê ez li gel xwediyê Enfala me Sedam Husên çû lê ew mane ji ber ku dewleta zulmê nadome û berdewam nabe.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket