Enfal: Fermana qirkirina Kurd bi navê Quranê

kurdistani 09:06 AM - 2019-04-14
Enfal di fikir û ramanên Kurdan de zîndîne

Enfal di fikir û ramanên Kurdan de zîndîne

Enfal û qirkirina Kurdan di bin navê Quranê de, ku di navbera sala 1987,1988`an de hate kirin, di dema ku Rêjîma Ba`as yê Sedam Hisên oparesyona xwe ya leşkerî ku têde 182`hezar Kurd bi xweşî û zîndî bin ax kiribûn, tev  bi navê sûreta Enfal dabû naskirin û 4500 gund jî rûxandin û şewitandibûn.

Bi biryareke şovenîstî ku ji aliyê bi nav (Encûmana serkirdeyetiya Şoreşê) oparesyona Enfalê li bajar û navçe û gundewarên Başûrê Kurdistan dest pê kir ku hejmareke mezin ji welatiyên Kurd wek girtiyan dibirin navçeya Hedir ya bajarê Musilê û Neqra Selman ya li başûrê Êraqê ku devereke biyabanî çole, û bi xweşî-zîndeyî ew bi komî bin ax dikirin û genosaid dikirin, lê heya ku Sedam Hisên komkujiyên li ser Kurdan rewa bike wateya Enfalê bi kar anî bû.

Her weha tawankrê duyemîn piştî Sedam pismamê wî Elî Hesen Mecîd ku di nav gelê kurd û Kurdistanê de bi navê Elî Kîmyewî dihate naskirin, di civîna gulana 1988’an de ya Partiya Ba`asê ku li Kerkûkê haibû lidarxistin de, pîlana tunekirin û şewitandina gundên Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî herêma Germiyanê aşkera kiribû, her wek biryar jî dabû ku di gotineke wî de, gotibû ku ji bo em pîlanên xwe yên tunekirina kurdan serkevtî bi encam bidin, divê em milyonek belavok ên bi zimanê erebî, soranî û behdînî çap bikin û li hemû qadên Başûr belav bikin, ku di belavokan de em bang li kurdan bikin ku kesên xwe radest bikin dê werin borandin(efûkirin), lê kesên ku li hemberî me rawestin û xwe teslîm nekin dê bi çekên kêmyawî werin kuştin.

Oparesyonên Enfal ku di bin serpereştiya Elî Hesen Mecîd de dest pê kiribû yek ji qirêjtirîn û xirabtirên sucên li dijî Kurdan di sala 1988`an de hatibû kirin, ku bi beşdarbûna Hêzên Artêşê û Rêjîmê û Hêzên Esmanî û Rêveberiya Ewlekariyê û îstixbaratên leşkerî û beşa çekîn Kîmyawî û Beyolocî û rêveberiyên xizmetguzeriyê di 8`qonaxên leşkerî de hatibûn kirin, ji ber ku komkujiya herî mezin di 14 Nîsanê de bû Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14ê Nîsanê weke roja Enfalan dibîne.

Di 8 qonaxên Enfalê de 182 Hezar kurd di navbera 21ê Sibata 1988 û 6ê Îlona 1988an agno di 6 meha de hatin enfalkirin û ji 4 hezar 665 gundên Başûrê Kurdistanê 4 hezar bi erdê re kirin yek.

• Enfala Yekemîn: 23.02.1988- 19.03.1988 navçeya Silêmanî û Serkelû

Enfala Duyemîn: 22.03.1988- 01.04.1988 navçeya Qeredax û Baziyan û Derbendîxan •

 • Enfala Siyemîn:14.04.1988 navçeya Germiyan û Keler û Keferî Bewnor û Doz û Senkew.

 • Enfala Çar: 20.04.1988- 05.05.1988’an de Sinorê Hesker, Goptepe, Şiwan, Qela Sewke û Deşta Koye.

 • Enfala Pênc û Şeş û Heft: 24.05.1988- 31.08.1988’an de Navçeyên Şeqlawe û Rewandiz.

• Enfala Heşt: 25.08.1988- 06.09.1988’de deverên Behdînan û Zaxoyê hatin enfalkirin.

 Qonaxa herî dijwar û hovane ya operasyonên Enfal qonaxa sêyemîn bû. Ji ber ku ev qonax di meha nîsanê de li herêma Germiyan dest pê kir û zêdetirî 70 hezar kesî bi awayekî hovane hatin kuştin û windakirin ji bo vê komkujiyê jî roja 14’ê nîsanê wekî roja Enfalê hat pejirandin.

Li gor pîvanên Navneteweyî Enfal dikeve çarçoveya sucên Cînosaydê (Genosaid)ê, ev yek di raportên Rêxistinên Navneteweyî yê şopandina Mafên Mirovan hatibû destnîşankirin ,di 21-8-2006`an de li Bexdad yekemîn rûniştin derbarê Enfala hate lidarxistin û dadgehê biryara xwe li ser Enfalê dabû ku qirkirina bikomî bû"Genosaid", ku li gel tewanbarên serekî lêkolîn kiribûn (Sedam Husên û Elî Hesen Mecîd û serkarê Artêşê Siltan Hasêm , serokê saziyên stixbaratên leşkerî Sabir Ebdul Ezîz Dewrî, cîgirê berpirsên qonaxên Enfal Hisên Reşîd Tekrîtî, Parizgeha Nînewa Tahir Tewfîq Anî û berpirsê stixbaratên leşkerî li bakurê Êraqê Ferhan Mutleq Ciborî) ji ber ku qirkirinek mirovahiyê li dijî gelê Kurd bû,di encamê de sizeya bidarvekirinê ji Siltan Hasim û Hisên Reşîd Tekrîtî re hate standin û hikim bi zîndana heta biheta ji Sabir Ebdul Ezîz û Ferhan Ciborî re hatibû standin, lê ji bo tinebûna belgeyan Tewfîq EL-Anî serbest hate berdan .

Hêjay gotinêye ku piştî ketina rêjîma dîktetor yê Sedam bi hezaran belge derketin û sucên rêjîmê bi cînosaydê li dijî geleke hez li aştiyê û aramiyê û azadiyê ku naxwaze bin dest be tekez kir.

Divê ku piştî kişandina ewqas zehmetî kesên ku ji Enfal rizgar bûne werin qerebokirin û yasayekê ji wan re were dayîn, jinên ku mêrên wan hatine enfalkirin ji bo ku zarokên wan bijîn çi karên zehmet û giran hebû dikirin û ti aliyan mafên wan peyda nikirin û li kêleka wan ne sekinîn û pişt nedabûnê, Pêwîste ku Hikûmeta Êraqê li ser mijara Enfalan bi rasteqîne bisekine û yasayeke taybet bi Enfalan saz bike, ji ber ku tu carî Kurd Enfalan ji bîr nakin û ew nikarin bawer bikin ku kesûkarên wan bi xweşî û zindeyî hatibûn xeniqandin bin axkirin û nikarin careke din wan bibîn in.

PUKmedia-Nazliye Remedan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket