Pompeo, ji ber Piştgiriya Nicolas Maduro rexne li Rûsya û Çînê dike

kurdistani 04:13 PM - 2019-04-13
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo her du welat Çîn û Rûsya ser alîkarîya bo Venezuela rexne kir.

Di nûçeyeke malpera Dengê Amerîkayê de hatiye ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo daye zanîn ku Çînê bi piştgirîya aborî ya bo hikûmeta Nicolas Maduro aborîya wî welatî xirab kiriye û dîyar kir ku leşkerên Rûsya yên li Venezuela jî ‘’provokasyoneke eşkere ye’’

Her weha di dirêjahiya axivtinên xwe de, Pompeo got: ‘’Çîn û ewên din gava dibêjin mudaxaleyî karên navxeyî yên Venezuela nekin, bi awayekî durû tevdigerin. Jiber maytekirinên wan yên aborî pergala wî welatî belav bû’’ .

Pompeo da zanîn ku Moskow polîsên Venezuela perwerde dike û got ku ‘’ew bi gotineke sivik ‘ne tiştekî baş e’’ Wî dîyar kir ku ewê nehêlin ku Rûsya bi vî awayî ‘’girjîyê gurtir bike.’’

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket