Kosret Resûl Elî derbarê berxwedan û berevaniya destana Kurê ya 1991`an de peyameke taybet weşand.
Di salvegera destana Kurê ya ku tev bi serwerî û serkevtin û serfirazî cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî peyameke taybet belavkir û tê de got; Ew berxwedana ku li Kurê pêkhatiye ku piştî ku me Herêma Kurdistanê tev ji destên rêjîma Beesê rizgarkiri û rêjîma Beesê jî bi berevaja dest bi êrişeke mezin û bi hemû hêza xwe hate ser me ku piştî raperîna 1991`an bû.
Di peyama xwe de, Kosret Resûl Elî dibêje ku piştî ku gelê me bi milyonan derketin çiya û newalan û rêjîma Sedam Hisên dest bi êrişên hovana kir, lê li hemberî wê êrişê, berevaniya pêşmergeyên qehreman û mêrxwes dest pê kir û bi beşdariya hemû hêz û aliyên kurdî ew berxwedana bi serket û hewildanên rêjîma Beesê têkşikand.
Resûl Elî di dirêjahiya peyama xwe ya derbarê destana Kurê de wiha anî ser nivîs; 28 sal beriya niha ku destana Kurê bi riya pêşmergeyên qehreman bû sedema ku careke din axa Kurdistanê ji bin destên neyaran rizgar bibe ku di demeke de bû koçberiya 2 milyonî ya gelê me destpêkiribû. Lê berxwedaniya pêşmergeyên qehreman rêjîm neçarî paşvekişandinê kir û vîna gelê me bi serket.
PUKmedia
YNKê Partiya Karker a Hollanda pîroz kir
Hevserokayatî peyamek ji Mazlûm Ebdî wergirt
Di roja şehîdkirina Mame Rişe de, malpera Kerkûkê tê vekirin
Nivîskarê Kurd Fayilî Belsem Kamil ji bo yekem romana xwe, "Horizon Bûyer" bi swêdî, Xelata Smolts ya Swêdî ya sala 2021 stend.Roman bi r...
Şehabê ser çiyan bi çek û hêza xwe ya laşî parêzvanê doza giran û jiyan bû, bi pênûs û hizra xwe fedekarê paras...
Di sala 1945´an de gelê krud li Kurdistana Rojhilat , li bajarê Mihabadê rêxistineke bi navê “Komeley Jiyanewey Kurd” ava kir. Vê rêxisti...