16`sal bi ser rûxandina Rêjîma Dîktetor ya Êraqê

kurdistani 09:08 AM - 2019-04-09
.

.

Îro Sêşem ê 9-4-2019`an, salvegera 16 ya rizgarkirina Êraq ê ji Rêjîma Bas yê Dîktetor derbas dibe,ku Hêzên ji regeznameyên cude ketibûn Bexdadê û bajar ji dîktetor ê paqij kiribûn.
Di 20/3/2003`an de Emerîka û hevpeymanan bi mebesta jinavbirina rêjîma Baass ya jinavçûyî û rizgarkirina welatiyan li jêr destê ew rêjîmrizgar kirin û peykerê dîktator Sedam Husên li paytexta Êraqê hate ruxandinê. Ku ew jî ji bo Êraqiyan weku xewnekê bû. Îro jî 14 sal li ser wê rojê de derbas dibe.

Roja 17/3/2003`an serokê Emerîka yê wê demê Corc W. Boş yê kur ragihand ku ew muleta 48 demjimêran didin Sedam Hisên û kurên wî taku Êraqê bi cî bihêlin, eger na di wê demê de şer destpê dike, lê belê Sedam Hisên guh neda wê dema diyarkirî û şeva 20/3/2003`an di demjimêr 2:30 xulek nîvê şevê bi dema girinîtç , yekem gorza serbazî ji aliyê hêzên Emerîkayê rabûn û bombardimana navçeyên hestyar destpê kirin, piştre jî Corc Boş ragihand ku wan bombardimana yek ji ew koşkên ku Sedam Hisên tê de bû kirine ewe yekemîn destpêkirina proseya azadiya Êraqê bû.

Piştî sê heftiyan hêzên hevpeyman bi bê tu astengiyek berê xwe dane Bexdadê  û roja 9/4/2003`an peykerên Sedam ruxandin, bi vê yekê dawî li desthilata diktator hat ku 35 salan hukimê Êraqê dikir û gelê xwe diçewsand, dawiya vî şerî bi bilind kirina ala Êraqê û danîna ala Emerîka hat û serbazê dawî yê Emerîkayê jî di 18/12/2011`an axa Êraqê bi cî hêşt.

Êraq ji rêjîmekî diktator rizgar bû, axa wê dan bi xwediyên xwe û destura nû hate danîn û gelê wê deng li ser da. Eve 14` sale proseya azadiya Êraqê encam daye, lê belê ji ber nekokiyên siyasî û nebûna baweriyê bi hev û du. Ewên ku rewşa Êraqê ragirtiye û nehêştiye berve şerekî tayîfî û xwînrêjî biçe heya niha kurd bûne, hebûna semam emanê Êraqê Serok Mam Celal bûye, rola serkirdeyên Kurd bûye, piştî 11 sala serkirdeyên naverast û başûrê Êraqê ji ber pêşxistina berjewendiyên xwe li hemberî perjewendiyên gel li navçeyên naverast û başûrê Êraqê bûye sedema ku ew rewşa xuliqandiye û gel bûye qurbana hevrikî û pevçûnan. Li gor raportekî rêxistineke Birîtanî ku taybete bi komkirina hejmara qurbaniyên kiryarên tundûtîjiyên li Êraqê belav kiriye, li piştî proseya azadiya Êraqê li sala 2003`an heya niha zêdetir li 170 hezar kes ji ber berdewamiya tundûtîjiyê hatine kuştin û ji wê rêjeyê jî 122 hezar welatiyên sivîl bûne.

Wê rêxistinê amaje bi wê yekê jî kiriye ku heya niha rêjeya tundûtîjiyê bilindin û hemû salekê çar heya pênc hezar kes têne kuştin û Bexdad bi metirstirîn bajar bi nav li Êraqê dike ew jî ji ber wê yekê ye ku ji %48 `ê wan qurbaniyan li wî bajarî hatine kuştin û salên 2006 û 2007`an xwînawtirîn sal bûye li Êraqê.

Hêjayî gotinêye ku Piştî ruxana rêjîma Baas di sala 2005`an de Mam Celal wek yekem serok komarê Êraqê ku Kurd bû hate hilbijartin, Serok Mam Celal rolekî xwe ya berbiçav hebû ji bo pêkvejiyana Êtraqiyan û hemû hewlên xwe ji bo xizmetkirina Êraqiyan bi bê cudahî bûye heya wê dema ku nexweş ketiye û sefera derveyî welat kir û êdî nexweşî li Êraqê jî serî hilda.
Hemû neteweyên Êraqê rola serok Mam Celal bilind dinirxînin û dibêjin rêzdar Mam Celasl take kes bû ku karî hemû pêkhateyên Êraqê kom bike, kes nikare siyaseta Mam Celal dubare bike, rêzdarî bi zanayî û zîrekiya xwe Êraqî weku bira lihev kom kiribûn.

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket