Rûniştina Çarşem ê bê temam kirina wezaretan e

kurdistani 12:32 PM - 2019-04-08
.

.

Roja Çarşem ê 10-4-2019`an,ji bo gotûbêjê li ser hinek mijarên girîng Encûmana Nûneran dê rûniştina xwe yê asayî lidarxin.

Endam ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê di Encûmana Nûneran de Hesen Alî ji PUKmedia`yê re ragihand ku Encûmana Nûneran biryara lidarxistina 4 civînan li pê hev da,ku yê yekê di 10 Nîsan de ye û yên din jî di 13 , 15 , 17 yê mehê de ne .

Parlementar ê YNK destnîşan kir ku di civîna Çarşem ê de dengdan li ser pirojeya Yasaya Rêveberiya Dereyî deng bidin û her weha dê xwendina yekemîn li ser pirojeya qanûna desteya ragihandin û peywendiyê û pirojeya desteya deryeyê bilind yê Êraq ê jî û pirojeya tevlibûna komara Êraq ê ji peymana benka Esyawî  û hinek mijarên din jî gotûbêj bikin 
   
Lê amaje bi wê yekê jî kir ku di rûniştinê de yeklekirtina wezaretên Dad û Berevanî û Navxwe nayê kirin ,tekez li ser wê yekê jî kir ku wezareta Dadê ji xista Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê ye .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket