Wek îro Serok Mam Celal bû bi serokomarê Êraqê

kurdistani 05:30 PM - 2019-04-06
Rewanşad Mam Celal

Rewanşad Mam Celal

Di 6`ê Nîsana sala 2005`an de, komeleya niştimanî ya Êraqê wê demê, bi piraniya dengên endaman di hilbijartinekî demokrasî de ku di dîroka Êraqê de yekem proseya bi wî awayî destpêkiribû, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate hilbijartin û her weha Serok Talebanî wek yekem kesayetiyê Kurd postê Serokomariya Êraqê wergirt.

Roja 6/4/2013`an, 14 sal bi ser hilbijartina Serok Talebanî wek serokomarê Êraqê bi awayekî demokrasî li pişt ruxana rêjîma jinavçûyî ya Be`sê derbas dibe.

Roja 6`ê nîsane 2005`an, bû yekem car di dîroka dewleta Êraqê, komeleya niştimanî ya Êraqê wê demê, di hilbijartinekî azad û demokratîk de bi piraniya dengên endamên wê, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate destnîşankirin.

Serok Talebanî wek yekemîn serokê Êraqê bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û Kurdî bû bi serokkomar

Di wergirtina serok Celal Talebanî posta serokkomariya Êraqê, weke yekemîn kesayetiya Kurd di dîroka Êraqê de, ew posta giring pê hate sipartin.

Di wê hilbijartinê de ji 257 dengên endamên komeleyê ku di rûniştinê de amadebûn, serok Talebanî 227 deng bo ser postê komariyê bi dest anîn û her yek li (Dr. Adil Ebdulmehdî û Xazî Ucêl Yawir) jî bo cîgiriya Serokomariya Êraqê hatin hilbijartin.

Di wê bone de Serokomarê Êraqê Serok Celal Talebanî, di gotina xwe razîbûna xwe dupat kir ku desteya serokayetiyê hewlên xwe bixin gerê jibo ku her tim cihê wê baweriyê de bin û li gor vîna gel û bi cidî û başî û dilsozî  li gel serokayetiya encûmena niştimanî û encûmena wezîran de bo anîna desthilatekî demokratîk ku azadiyan û mafên taybet û giştî yên mirov bo gel dabîn bikin beşdar bibin.

Kurte jiyana serok Mam Celal:

Celal Talebanî, kurê Hisamedînê kurê Nurûlahê Talebaniye, di 12/11/1933`an de li gundê Kelkanê ya li qontara çiyayê Kosret ji dayîk bûye.

Destpêka zaroktiya xwe li gund dibe û piştre jî dema ku bavê wî Hisanedîn dibe rêberê tekiya Talebanî li Koyê bi mal ve diçin wir û xwendina xwe a destpêkê li bajarê koyê temam dike, qonaxa amadeyî jî li Kerkûkê û Hewlêrê temam dike û di sala 1959`an de jî xwendina xwe a bilind li bexdadê temam dike.

Di ciwaniya xwe de serok Mam Celal  beşdarî xebata siyasî bû ye, ew di sala 1951'ê de weke endamê Komîteya Navendî ya Partiya demokrata Kurdistanê PDK'ê hate hilbijartin. Di sala 1953'an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi awayekî dizî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956'an de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.

Mam Celal di sala 1961'ê ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî ji PDK cuda bû .

Di sala 1975`an de Serok Mam Celal li gel çend hevalên xwe Yeklîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ava kir û di sala 1976`an de şoreşa nû ragihand.

Serok Mam Celal di 6'ê nîsana 2005'an de bi hilbijartinê bû bi serokkomarê Êraqê û serokatiya wî ta sala 2014 dirêj kir ku du dewreyan serokomarê Êraqê bû.

Pîrozbehiyên serokên welatên cîhanî

Piştî wergirtina serok Mam Celal posta serokkomariya Êraqê, di heman rojê de, Serokê Welatên Yekbuyî ya Amerîka Corc Boş pîrozbahî li serok Mam Celal kir her weha piştre jî çendîn birûskeyên pîrozbahiyê jî ji serokên welatên cîhanê, Birêtaniya, France, Almaniya, Rûsiye, Sûriye, Misir, Libnan, Tirkiye, Êran gelek welatên din yên cîhanê û siyasetmedaran û berpirsên mezin yên cîhanê arasteyî Serok Talebanî kirin.

Li gel ragihandina nûçeya bûna Mam Celal bi Serokomarê Êraqê, şêniyên hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bo nîşandana şadî û xweşiyê rijiyan ser cadan û cihên giştî û heya çend rojan aheng û zemawendên kêfxweşiyê hatin saz kirin.
Her weha li parçeyên din yên Kurdistanê jî, aheng û şoxûşenga pîrozbahiyê ji serok Talabanî re hatin li dar xistin
 
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket