Pêşmergeyek bû serokkomarê Êraqê

kurdistani 04:44 PM - 2019-04-06
 ROJA 6-4-2005 ROJA BI FERMÎKIRINA DOZA REWA YA GELÎ KURD BÛ...

ROJA 6-4-2005 ROJA BI FERMÎKIRINA DOZA REWA YA GELÎ KURD BÛ...

Ji xebatên çiyayên Kurdistanê bo xebatên serokkomarê Êraqê tev bi erk û tekoşîneke bê sînor.

Roja 6-4-2005 Roja Bi Fermîkirina Doza Rewa Ya Gelî Kurd Bû...Serok Mam Celal Talebanî wek yekemîn serokê Êraqê bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û Kurdî bû bi serokkomar

Di rojeke mîna îro de, ango di roja 6-4-2005`an de, rojek bû ku tê de nasnameya şoreşgerekî Kurde ji çiyaên Kurdistnê, bo nav hola koçka kongiryan li bajarê Bexdadê ya paytexta Êraqê hat hilbijartin û wek serokkomarê wî welatî hat hilbijartin.

Roja 6-4-`an, roja derxistina nasnameya rasteqîne ya şoreşvantiya çiyayên Kurdistanê, di nav saziyeke mezin û kara û fermî, wek parlemana welatekî ku herdem dijminê mezin yê Kurdan bû, herdem fermana şehîdkirina û enfalkirina 182000 welatiyên sivîl yên Kurd li navçeyên derdora Silêmaniyê dabû..

Di wergirtina serok Celal Talebanî posta serokkomariya Êraqê, weke yekemîn kesayetiya Kurd di dîroka Êraqê de, ew posta giring pê hate sipartin.

Di wê hilbijartinê de ji 257 dengên endamên komeleyê ku di rûniştinê de amadebûn, serok Talebanî 227 deng bo ser postê komariyê bi dest anîn û her yek li (Dr. Adil Ebdulmehdî û Xazî Ucêl Yawir) jî bo cîgiriya Serokomariya Êraqê hatin hilbijartin.

Fermana şehîdkirin û Enfalkirina 8000 welatiyên Kurd li navçeya Barzan li derdora Duhokê dabû, fermana cînusayîdkirina Helebçeyê ku 5000 welatiyên sivîl ji pîr û kal û zarokan dabû.

Weko em hemû dizanin ku ew biryar û fermanên ji bo jinavbirina regeza Kurd li tevahiya Êraqê, ji hundir wê parlemanê dihatin der û di warên kirdarî de, ji aliyê fermandar û dîktetoran ve dihate bi cîkirin.

piştî ewqas sal ji siyaseta qirkirinê ku ji salên 1961`an ve dest bi fermandayîna qirkirinê li dijî gerlê Kurd dabû, lê kesayetiya wek cenabî serok Mam Celal dikarî wê şûnê bike cihê derxistina fermanên aştî û aramî û pejirandina federaliyetê ji bo Herêma Kurdistanê.

Roja 6-5-2005 tê wê wateyê ku vîna azad yê gelê Kurd li tevahiya aliyên Kurdistanê bi serket. Serketina serok Mam Celal serketina rewabûna doza me bû.

Ji ber wê yekê, pêşniyara min ji tevahiya hêzên siyasî yên Kurdistanî û ji rewşenbîr û nivîskar û hunemend û çavdêrên siyasî yên Kurd re, nirxekî taybet bidin vê rojê.

Ji ber ku nirxdayîna ji vê rojê re, nirxdayîna ji serkeftin û rewabûna rastiya doza me yê gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistasnê ye.

Nirxdayîna ji tekoşîn û xebata dîrokî ya gelê me li her çar aliyên Kurdistanê ye.Û parastina destkeftên ku gelê me li her cihekê ku bi dest dixeye.

Hilbijartina serok Mam Celal wek serokkomarê Êraqê û bi awayekî demokratîk, di dîroka Êraqê de, yekemîn seroke ku bi riya hilbijartinê dibe bi serokkomar. Ev bi serê xwe serkeftineke dîrokî ye ji gelê Êraqê bi giştî re û ji gelê Kurd re bi taybetî.

Hilbijartina serok Mam Celal wek serokkomarê welatekî weke Êraqê ku ewende li dijî regez û nasnameya gelê Kurd bû, ne tiştekî esane.

Ji ber ku pêngaveke gelek mezin û bi encama berxwedanî û berevaniya gelê Kurd di dîroka tekoşîna xwe li dijî dîktetoriyeta rêjîma Be`es ya rûxayî bi fermandartiya topîkirê serdem dîktetor Sedam Hisên bû...

Hilbijartina Mam Celal wek serokkomarê welatekî weke Êraqê, serkeftineke bi ser tevahiya reng û curên stem û binpêkirina mafên mirovan û bi taybetî mafên gelê Kurd e.

Hilbijartina serok Mam Celal wek serokkomarê welatekî weke Êraqê, hilbijartina rastiya kesayetiya demokrasîxwaz û aştîxwaz û mafdarê Kurdî ye.

Hilbijartina serok Mam Celal wek serokkomarê welatekî weke Êraqê, bi serketina maf û dad û wekhevî û azadî û bîruraya azad hem li Êraq û hem li Kurdistan.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 6/4/2016`an, 11 sal bi ser hilbijartina Serok Talebanî wek serokomarê Êraqê bi awayekî demokrasî li pişt ruxana rêjîma jinavçûyî ya Be`sê derbas dibe.

Roja 6`ê nîsane 2005`an, bû yekem car di dîroka dewleta Êraqê, Komeleya Niştimanî ya Êraqê wê demê, di hilbijartinekî azad û demokratîk de bi piraniya dengên endamên wê, Serok Mam Celal wek yekem Serokomarê Êraqê hate destnîşankirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket